Bangên ji bo edaleta pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê dubare bûn

Li Sûriyeyê, bîranîna qurbaniyan bi hesabên dewletan re tev li hev dibe û daxwazên ji bo hesabdayînê bi nakokiyên desthilatdariyê ve girêdayî ne. Tirsa herî mezin ew e ku nebûna edaletê bibe çirûska ku welêt, careke din, vegerîne rewşa xwe ya berê.

Bangên ji bo edaleta pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê dubare bûn
23 hezîran, 2026   03:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 14 salan piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê û zêdetirî salek û nîv piştî hilweşîna rejîma Baasê, Sûriyeyê careke din bûye qada "tevliheviyên ewlehiyê, bangên gelêrî ji bo hesabpirsîna alîgirên rejîmê yên berê û zêdebûna zimanê nefretê ", di nav tirsên zêde ku welat bike nav pêvajoyeke nû ya tundiya navxweyî de.

Di çend rojên borî de, li çend parêzgehên Sûriyeyê, di nav de Idlib, Heleb, Hema, perava Sûriyeyê û Dêrazorê tevgerên gelêrî pêk hatin. Di çalakiyan de diruşmên bi daxwaza hesabdayînê ji bo kesên ku beşdarî sûcên rejîma Baasê bûne hatin bilindkirin.

Bi awayekî hemwextî tevger ji herêmên bakurê Sûriyeyê ve yên di bin kontrola dewleta Tirk de ne berfireh bûn. Ev tevger di naveroka xwe de peyamên zextê li dijî hikumeta Şamê ne.

Xwediyên vê nêrînê diyar kir ku Enqere dixwest bi bîra hemûyan bixe ku ew hêj jî lîstikvanê herî bi bandor e li nav gelê sunnî yê li herêmên bin kontrola xwe de ye û şiyana wê ya tevgerandina hesta gel hêj jî berdewam e. Ger dewleta Tirk hîs bike ku hevalbendên wê ji xetên ku wê ji wan re kêşane dûr dikevin wê van şiyanan bi kar bîne.

Li aliyekî din jî, texmînên dîtir îşaret dikin ku dewleta Tirk li dijî her gavê ye ku xeleka aloziyê derbasî derveyî sînorê Sûriyeyê bike ye.

Di navbera van herduyan de, hin xwendinû analîz ji hebûna nakokiyên di nav rêza yekem a desthilatdariya xwe de dipeyivin; di navbera şepêla ku tercîh dike ku têkeve nav rêkeftinên herêmî yên nû wekî garantiyek ji bo mayîna desthilatdariyê ye û şepêla din jî ku ditirse ku ev macerayên (avantûr) wiha bibin sedema teqînek navxweyî ya ku zehmet e were kontrolkirin, bi taybetî jî di rewşa qelsbûna ewlekarî û aborî de.

Agahî têne belavkirin ku zextên Ewropî zêde dibin, di heman demê de tevgerên dîplomatîk ên Fransa jî hene ku tê de navên kesayetiyên leşkerî û siyasî yên alternatîv an jî hevkar ji bo rêvebirina qonaxa pêşerojê têne pêşniyarkirin. Ev yek nîşanek e ku wekî "kêmbûna sebra civaka navneteweyî", li hemberî têkçûna rêvebirina qonaxa demkî û berdewama krîzên navxweyî tê binavkirin.

Lê belê, tevî hemû van vegotinan ku têne belavkirin, çavdêr û siyasetmedarên Sûriyeyê diyar dikin ku bersiva pirsa herî lezgîn: "Çima bangên hesabpirsîna hevalbendên rejîmê niha vê dengvedana gel a mezin peyda kirine?", di valahiya ku ji ber nebûna dadweriya demkî maye de ye. Bi hezaran malbatên ku zarokên xwe di girtîgehan, di bin şkenceyan de yan jî di komkujiyan de winda kirine de, hê jî bersiva çarenûsa zarokên xwe nedîtine û wan dadgehkirinên berfireh û şefaf ên berpirsên tundûtûjan nedîtine.

Siyasetmedar û çavdêr diyar kir ku bi derbasa demê re, malbatên qurbaniyan hîs kir ku edalet danîne ser refa berjewendiyên hesabên siyasî û herêmî.

Vê derengmayînê, derî li pêş vegera daxwaza kevin bi şeklekî nû vekir; ger dewlet tev negere, ji mafê civakê ye ku daxwaz bike ku ew bi xwe hesab ji sûcdaran bixwaze. Li vir jî li gorî hiqûqnasan, cudahiya di navbera edalet û tolhildanê de hilweşiyayî dibe, dibe ku daxwazên rewa yên hesabxwestina ji sûcberan veguhere xebatên tolhildana komî yan jî tesfiyekirina hesabên siyasî û etnîkî.

Li gorî daxuyaniyên saziyên fermî yên Sûriyeyê yên ku bi dosyaya edaleta pêvajoya veguhêz û kesên winda re eleqedar in, tê texmînkirin ku hejmara kesên winda li Sûriyeyê ji dehsalên desthilatdariya rejîma Baas ve di navbera 120,000 û 300,000 kesan de ye û tê destnîşankirin ku jimara dawî ya qurbaniyan, tevî kesên ku hatine kuştin, birîndar û koçber bûne, ji ber dijwarbûna belgekirinê û asta binpêkirinên ku di gelek salan de dom kirine, hîn ne temam e.

(fr)

ANHA