‘Bi xwendina Sosyolojiya Azadiyê mirov digihêje asteke bilind a têgihaştinê’

Jinên ku pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" dixwînin diyar kirin ku pergalên serdest ku bi awayekî şaş zekaya analîtîk bi kar tînin sedemên jihevxistina civakan e. Jinan got bi xwendina vê pirtûkê gihaştina asteke bilind a têgihaştinê.

25 îlon, 2024   03:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Tevî endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclisan, Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan organîze dike.

Endamên Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, destpêka Tebaxê dest bi organîzekirina şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kir.

Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şêwira yekemîn bi beşdariya 8 endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û saziyên ragihandinê bi xwendina pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" da destpêkirin.

Beşdarên koma xwendinê hefteyê 3 saetan li ser naveroka pirtûkê nîqaşê dikin û nêrînên xwe parve dikin.

Beşdarên komê di vê demê de beşa 5’an a pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" dixwînin. Beşdaran di nîqaşên xwe de girîngiyê didin pirsgirêkên rêbaz, azadî û hêza aqilê civakî. Her wiha balê dikişînin ser girîngiya zeka, çand û aqilê civakan ku wan ber bi azadiyê ve dibe.

Beşdaran diyar kir ku dewletên kapîtalîst ku zekaya analîtîk bi awayekî şaş bi kar tînin, civak û jingehê ber bi hilweşînê ve dibin, lê hêza aqilê civakî dikare civakan bi pêş bixe.

Endama Koordînasyona Kongra Star Fehîma Hemo ku cihê xwe di koma xwendinê de digire, li ser sedema hilbijartina pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" got: "Armanca me ew e ku rêbazên pergalên serdest ên derxistina pirsgirêkan û hewldanên wan ên bikaranîna zekayê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên dijîberî gelan bêtir fêm bikin."

Fehîma Hemo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di vê pirtûkê de çareseriyan ji pirsgirêkan re pêşkêş dike û wiha domand: "Em ji vê pirtûkê fikr û rêgazên dûrketina ji ketina xefikên pergalên serdest digirin. Aqilê wêranker ê van pergalan şeklê civaka polîtîk û exlaqî ji hev dixe û civakan ji cewherên wan dûr dixe."

Nûçegihana JINNEWS’ê Medya Miqtat jî diyar kir ku di beşa 5’an a pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" de kirinên pergalên serdest ên li dijî civakan bi firehî hatine şîrovekirin.

Medya diyar kir ku bi xwendina vê pirtûkê mirov digihêje asteke bilind a têghiştîne û wiha domand: "Ev pirtûk gelek mijarên girêdayî roja me ya îroyîn dinirxîne. Bi xwendina pirtûkê em dikarin beşeke biçûk be jî azadiya xwe bi dest bixin ku em karibin cudahiya navbera azadiya şeklî û azadiya rastîn ji hev derxin. Pirtûk siyasetên pergalên serdest red dike û girîngiya şaristandiya demokratîk diyar dike."

(bb)

ANHA