Helîkopterek Tirkiyeyê kete xwarê: 5 leşker mirin

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê dema mîsyona perwerdeyê pêk dianî, li herêma Eskişehir a li naverasta Tirkiyeyê kete xwarê,  di encamê de 5 leşker mirin.

Helîkopterek Tirkiyeyê kete xwarê: 5 leşker mirin
24 mijdar, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, helîkoptereke leşkerî li herêma Eskişehir a li naverasta Tirkiyeyê ket, di encamê de 5 leşker mirin.

Wezaretê diyar kir ku helîkoptera bi tîpa "AS-532" mîsyoneke perwerdehiyê pêk dianî, lê sedemên ketinê yan jî detayên dîtir der barê şert û mercên bûyerê de parve nekirin.

Berî nêzî 2 hefteyan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku 4 leşkerên wê di encama ketina helîkopterekê de li rojhilatê Tirkiyeyê de hatine kuştin. heta niha sedemên bûyerê nehatine zelalkirin.

(f)