Fermandarekî din ê Hizbullah hat kuştin

Îro di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî başûrê Beyrûtê de, fermandarê hêzên moşekan ên Hizbullah hat kuştin.

Fermandarekî din ê Hizbullah hat kuştin
24 îlon, 2024   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuters ku xwe spartibû 2 çavkaniyên ewlekarî yên Lubnanê, ragihand ku îro di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî başûrê Beyrûtê de, fermandarê hêzên moşekan ên Hizbullah Îbrahîm Qibêsî hat kuştin.

Berî çend rojan jî fermandarê "Yekîneya Redwan" Îbrahîm Eqîl hat kuştin. Di wê yekîneyê de bi piranî fermandarên payebilind ên Hizbullah cih digirin.

Di wê çarçoveyê de, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişa li dijî başûrê Beyrûtê de 6 kes hatin kuştin û 15 birîndar bûn.

Ji roja duh ve êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî herêmên başûrê Lubnanê û Bîqa zêde bûne.

Hikumeta Lubnanê da zanîn ku duh di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Hizbullah de zêdetirî 500 kes hatin kuştin û zêdetirî hezar û 500 din jî birîndar bûn.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzi Halevi ragihandibû ku divê nehêlin Hizbullah vehese û dê êrişên li dijî wan li Lubnanê bi lez pêk bên.

Her wiha Hizbullah ragihand ku di êrişa li dijî baregeha leşkerî ya Îsraîlê de roja sêşemê, wê moşekeke nû ya bi navê "Fadî 3" bi kar anî.

Girêdayî wê, berdevkê Ewlekariya Nîştimanî ya Koşka Spî ya Amerîkayî bang li welatiyên Amerîkî yên li Lubnanê kir ku derkevin.

(mh)

 ANHA