Xelkê Siwêdayê xwest hêzên hikumeta veguhêz ji bajar derkevin

Li ser banga saziyên sivîl, şêniyên bajarê Siwêdayê li Qada El Kerama xwepêşandanek li dar xist û xwest hêzên hikumeta veguhêz ji bajar derkevin.

Xelkê Siwêdayê xwest hêzên hikumeta veguhêz ji bajar derkevin
1 tebax, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga saziyên sivîl, bi sedan şêniyên Siwêdayê li Qada El Kerama a bajêr xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran siyasetên hikumeta veguhêz şermezar kirin û xwest hêzên wê ji bajar derkevin.

Xwepêşandêran pankartên bi nîvîsên rakirina ambargoya li ser Siwêdayê û vekirina korîdorên mirovî bi Urdinê ve, vekirin. Her wiha bertek nîşanî komîteya lêkolînkirina rastiyan dan ku duh hatiye avakirin û diyar kir ku komîte ne serbixwe, ne jî zelal e.

Xwepêşandêran der barê sûc û binpêkirinan de daxwaza vekirina lêpirsînekê û hesabpirsînê ji berpirsên wê kirin.

(bb)