'Zarok gundên xwe nas nakin'

Dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber kirin. Ji hingê ve, bi hezaran zarok li kampên koçberiyê çêbûn ku tu carî gundên xwe nedîtine. Li kêleka wê jî hewldanên guhartina demografiyê yên dagirkeriya Tirk didomin.

'Zarok gundên xwe nas nakin'
'Zarok gundên xwe nas nakin'
'Zarok gundên xwe nas nakin'
'Zarok gundên xwe nas nakin'
'Zarok gundên xwe nas nakin'
'Zarok gundên xwe nas nakin'
10 cotmeh, 2025   05:05
EYN ÎSA

Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û ev bû sedema koçberkirina zêdetirî 300 hezar sivîlan ku ji wan nêzî 100 hezar ji Girê Spî ne. Her wiha di encama dagirkirina her du bajaran de gelek komkujî hatin pêkanîn.

Armanc ji dagirkirinê ne tenê kontrola leşkerî, her wiha guhartina demografiya herêmê bû. Malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji derveyî herêmê li şûna niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin, hatin bicihkirin. Her wiha sîstemên perwerdehî û xizmetguzariyê yên dewleta Tirk a dagirker jî li herêmên dagirkirî hatin ferzkirin.

Koçber Îbrahîm El Yasîn (50) ji gundê El Elî Bacliyê yê Girê Spî got: "Ez li kampê dimînim, li mala min jî ya ku ez jê hatime koçberkirin kesekî ji Dêrazorê dimîne. Ma ev edalet e? Divê peymana 10'ê Adarê were pêkanîn."

Ajansa me di 2 salên dawîn de bicihkirina zêdetirî 30 hezar kes di bajarê Girê Spî û gundewarê wî de belge kirin. Ev yek piştî ragihandina dersînorkirina penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê, zêde bû.

Ji sala 2019'an ve raporên hiqûqî yên belgekirina binpêkirinêm rojane yên li dijî sivîlên he rdu bajaran ranewestiyan. Êdî rewşên kuştina derqanûnî û binçavkirinê bûn beşek ji rotîna rojane.

Koçber Nûra El Şirîda ji gundê Şerkirak hêviya xwe ya vegerê anî ziman û got ku mala wê bi temamî hat rûxandin da ku baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li şûnê were avakirin û got: "Ez razî me di konekî de li ber mala xwe ya wêranbûyî bijîm."

Xewle Îbrahîm jî got ku girîngîdayîna ji bo zarokan û perwerdehiya wan kêm e û di bêaramiya derûnî de dijîn.

Zarokê bi navê Ehmed El Mustefa yê ji gundê Şerkirak (8) got: "Gundê min nayê bîra min. Ez li kampê mezin bûm. Lê belê dêbavên min ji min re behsa gund dikin. Dixwazim vegerim gund û li wir bijîm û di dibistana gund de bixwînim."

Tevî belgekirina hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, lê dîsa jî civata navneteweyî dev ji helwesta xwe ya bêdengiyê bernedaye û tu zext li Enqereyê nekiriye.

Piştî 6 salan ji koçberiyê dîsa jî hêviya vegera ewle, misogerkirina mafan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk bi israr hatiye dubarekirin.

(mh)

ANHA