Li Laziqiyê xwendekarek hat qetilkirin

Digel berdewama tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, li bajarê Laziqiyê xwendekarek ji taxa Meşrûi El Selîbe bi destê çekdarên nenas hat qetilkirin.

Li Laziqiyê xwendekarek hat qetilkirin
9 cotmeh, 2025   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 2ˊyê Cotmeha 2025ˊan de li ser rêya Laziqiye-Ceblê, dema ciwanek ji baxçeya bapîrê xwe vedigerî mala xwe, çekdarên nenas hewl da motorsiklêt, pere û telefona wî. Çekdaran li serê ciwan da û kete xwarê. Ew ciwan ji taxa Meşrûi El Selîbe yê Laziqiyê û xwendekarê dibistanê ye.

Hat gotin ku ciwan rakirin nexweşxaneyek bajêr û ji ber derbeya di serî wî de xwîn pir jê herikî û ji ser hişê xwe çû.

Îro ji ber birîna xwe ew ciwan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarên perava Sûriyeyê, Humis, Hemayê, piştî sûcên li dijî xwendekar û dibistanan; weke revandina zarok Mihemed Qeys Heyder ji pêş dibistana wî ya li Laziqiyê, hatin kirin, şêniyan bertek û hêrsa xwe nîşan da.

Li bajarên peravê ji ber "nebna ewlehiyê û zêdebûna bûyerên revandin û qetilkirinê" greveke giştî, di nav de dibistan û zanîngeh jî hene, hat ragihandin.

(fr)