YRA û YRJ`ê sersaxî ji malbata rojnameger Egîd Roj re xwest

Şandeyek ji YRA û YRJ’ê sersaxî ji malbata rojnameger şehîd Şervan Sîdo (Egîd Roj) re xwest.

16 sibat, 2025   15:43
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo rojnamevan Şervan Sîdo (Egîd Roj) ê duh (15 Sibat 2025) di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bû, konê sersaxiyê li pêşiya mala wî veda. Malbata şehîd Egîd Roj ku bi darê zorê ji Şehbayê koçberê bûye li taxa Miftî ya bajarê Hesekê dijî.

Şandeyek ji dehan endamên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekitiya Ragihadina Jin (YRJ) serdana kon kir û sersaxî da malbata şehîd Egîd.

 Di konê sersaxiyê de li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Mihemed Emîn Mutlu axivî. Mihemed Emîn Mutlu sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser têkoşîna şehîd Egîd ku ji sala 2012’an û vir ve bûyerên şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de berxwedana Efrînê  û Helebê dişopand.

Her wiha bal kişand ser rola şehîd Egîd a şopandina çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê.

Mutlu da zanîn ku dewleta Tirk a  dagirker ji pênûsên azad ditirse, lewma di van demên dawî de rojnameger weke nûçegihana ajansa ANHA`yê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Deştan û li Başûrê Kurdistanê jî rojnamevan Ezîz Koyluoglu kirin armanc.

Mutlu destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe dengê rastiyê bitepisîne û soza şopandina rêya şehîd Egîd û hemû şehîdên çapemeniya demokratîk da.

Şehîd Egîd Roj li Efrînê ji malbateke welatparêz jidayik bûye û ji destpêka sala 2012’an de tevlî şoreşê bûye, li hemû eniyên şer û berxwedanê rastiya şoreşê radigihand.

(k)

ANHA