Di  êrişên Îsraîlê li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Îsraîlê êrişî kampa Ceblaya û rojavayê Xezayê kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Di  êrişên Îsraîlê li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
23 mijdar, 2026   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ragihandina agirbestê di Cotmeha 2025’an de jî êrişên li ser Xezayê dewam dikin.

Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA)  ragihand ku di êrişa hêzên Îsraîlê ya li derdora bîra avê ya li kampa Ceblaya ya bakurê Xezayê de karmendê wê Adil El Hilo hat kuştin û 3 kes din birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li rojavayê Xezayê jî erebeyek kir hedef, di encamê de 2 kes hatin kuştin û hi  jî birîndar bûn.

 Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku ew der barê êrişa yekemîn de lêkolînê dike.

Li gorî daneyan, ji destpêka ragihandina agirbestê ve hezar û 600 filistînî û 5 îsraîlî hatine kuştin.

(f)