Malbatên şehîdan li Tebqayê pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê ji malbatên şehîdên Tebqa, Efrîn û Şehbayê re ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî û kedên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna aştiyê li tevahî xaka Sûriyeyê civînek organize kir.

Malbatên şehîdan li Tebqayê pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin
Malbatên şehîdan li Tebqayê pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin
Malbatên şehîdan li Tebqayê pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin
Malbatên şehîdan li Tebqayê pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin
Malbatên şehîdan li Tebqayê pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin
16 sibat, 2025   17:03
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehdîan a kantona Tebqa ji malbatên şehîdan ên Tebqa, Efrîn û Şehbayê re, ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî û kedên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên pêkanîna aştiyê li tevahî welat civînek li dar xist. Civîn li hola goristana şehîdan a bajêr hat organîzekirin.

Di civînê de şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Mezlûm Yûsif pêşdeçûnên dawî nîqaş kirin û got: "Piranî şaştiyên ku rejîma Baas’ê dikirin nîna dîsa dubare dibin, mîna bidûrxistin, paşguhirin û beşdariya kesên xwîna sûriyeyiyan rijandinê di rêveberiya li Şamê de. Gelê Sûriyeyê jî amade ye fedakariyan bide ku tecrubeya bere ya hikuma çewisandin û bidûrxistinê durbare neke."

Yûsif wiha domand: "Bêdengiya desthilata Şamê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel tevahî sûriyeyiyan fikaran çêdike. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê çareseriya kîrzên sûriyeyiyan, pêkanîna aştî û azadiyê ji tevahî pêkhateyan re ye."

Di dawiya gotina xwe de Yûsif wiha anî ziman: "Têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember dewleta Tirk a dagirker rêya yekane ya bidawîkirina êşên sûriyeyiyan û avakirina Sûriyeya nû ji tevahî gelan re ye, lê li kêlek wê divê taybetmendiyên her pêkhateyeke bêyî dûrxistina yeke were parastin."

(fr)

ANHA