Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet û bi tiliyên dayîkan şehîd Şevger (Cîhad Bekî) li Pakrewangera Şehîd Dîcle oxir kir.

Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
Gelê kantona Firatê Şehîd Şevger Kobanê oxir kir
16 sibat, 2025   15:24
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser cenazeyê şeravanê Hêzên Komandos Şevger Kobanê (Cîhad Bekî) ê  3`ê Sibata 2025`an li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi merasîmeke biheybet û bi tilîliyan oxir kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Bajarê Şêranê yê Kobanê Fatmê Osman sersaxî ji malbata şehîd Şevger Kobanê re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Fatmê diyar kir ku nêzî du meh e berxwedaneke dîrokî li Bendava Tişrîn tê meşandin û wiha pê de çû: “Berxwedana şervanên me mohra xwe li dîrokî xistin. Şervanên me ji bo parastina axa û gelê xwe canê xwe feda kirin, divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Rêveberê Meclisa  Gundê Taşlûkê yê rojhilatê Kobanê Mihemed Bozî destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên şehîdên azadiyê bin û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêbazên şerê gel ê şoreşger li ber xwe dide. Em ê bi berxwedana xwe rûmet û welatê xwe biparêzin. Heta ku yek ji me mabe em ê doza azadiyê biparêzin. Berxwedana Bendava Tişrîn di dîrokê de bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Wê tu carî ev berxwedanî neyê jibîrkirin. Divê em xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin û li hember êrişên dijmin em bibin bend û têkoşîn bikin.”

Pişte wesîqeya şehîd Şevger hate xwestin û redestî malbatê hate kirin.

Şehîd Şevger Kobanê bi dirûşma “Şehîd Namirin” û bi tiliyên dayîkan oxirkirin.

(sş/bb)

ANHA