Yehya El Erîdî: Gelek astengî li ber pêşdeçûna peymana Şam û QSD'ê hene

Siyasetmedar û akademîsyen Yehya El Erîdî destnîşan kir ku peymana di navbera Şam û QSD'ê de ne çareseriyeke domdar e ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ava bike, lê bi rêkeftinên ewlehiyê yên demkî ve girêdayî ye û got gelek astengî hene ku nahêlin peyman bibe çareseriyeke mayînde.

Yehya El Erîdî: Gelek astengî li ber pêşdeçûna peymana Şam û QSD'ê hene
15 adar, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar û akademîsyenê sûriyeyî Yehya El Erîdî têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û bandorên wê yên li welat, pirsgirkên asêmayî, peymanên di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê bersiva pirsên ANHA’yê da.

Girîngiya vê peymanê wek gaveke potansiyel ber bi çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê ve çi ye?

Girîngiya vê peymanê ew e ku ew gavên ewlehiyê yên qonaxî ne, ne çareseriyeke domdar e ku bingeha çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê datîne. Xalên peymanê nabin çareserî ji aloziyên siyasî yên girêdayî xwezaya dewleta Sûriyeyê û nabin hevpeymaneke civakî di navbera pêkhteyên wê de, lê hewldanek ji bo birêvebirina hevsengiya hêzê li ser erdê nîşan didin.

Bi giştî xalên vê peymanê armanc dikin ku şerê çekdarî kontrol bikin. Li şûna ku hêzên Kurdan wekî hêzên herêmî yên rewa yên ku hevkarî pê re gengaz e were naskirin, peymanê hewl da wan di avahiya dewletê de entegre bike. Dibe ku ev jî hewldanek be ku piştre wan hilweşîne. Ji ber vê yekê, nebûna zelaliyê li dora vê mijarê dê bibe sedema dubarebûna şerê çekdarî.

Di aliyê jeopolîtîk de, xuya ye ku peyman derfetekê dide desthilata veguhêz da ku hêdî hêdî serweriyê li ser deverên ku bi salan e ji kontrola wê derketibûn, ji nû ve bi dest bixe. Entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de û bicihkirina hêzên Wezareta Karên Hundir gaveke ber bi hilweşandina avahiya siyasî ya nîvxweser a ku di dema şer de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava bibû.

Di vê çarçoveyê de, peyman dikare wek beşeke stratejiyeke berfirehtir were fêmkirin ku armanc dike hêza siyasî û ewlehiyê ji nû ve navendî bike. Hin aktorên herêmî dikarin vê yekê wek hewldaneke ji bo ferzkirina rastiyek siyasî ya nû li ser bingeha bindestkirina gav bi gav a deverên li derveyî kontrola navendî şîrove bikin.

Yek ji qelsiyên sereke yên peymanê nebûna çarçoveyeke destûrî yan siyasî ya berfireh e. Têgihîştinên der barê mafên sivîl û perwerdehî yên civaka Kurd de bi awayekî giştî hatine formulekirin û bi pêvajoyeke destûrî ya zelal ve ne girêdayî ne ku dikare piştrast bike ku ev maf veguherînin erkên qanûnî yên dewletê.

Ji ber vê yekê, peyman çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê pêk nayne, lê belê têgihîştineke îdarî û ewlehiyê ji bo demekê ye. Her çareseriyeke domdar ji bo pirsgirêka Kurd çarçoveyeke destûrî ya zelal, pênasekirina cewhera nenavendî an rêveberiya herêmî û garantiyên qanûnî ji bo mafên çandî û siyasî hewce dike. Ev hêman bi zelalî di bendên peymanê de nînin.

Peyman her wiha mijara rewatiya siyasî ya desthilata veguhêz derdixe holê. Îmzekirina peymanên ewlehî û îdarî bi hêzên herêmî yên sereke yên wekî QSD'ê re, dikare ji hêla siyasî ve wek naskirina de facto ya desthilata hikumeta veguhêz wekî dezgeheke ku dikare dewleta Sûriyeyê temsîl bike û li ser navê wê dan û standinan bike, were şîrovekirin. Ev xizmeta berjewendiyên vê desthilatê dike û bi awayekî binyadî bi terorîzma radîkal ve girêdayî ye. Bê guman bi vê desthilatê re li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî çênabe.

Hûn xalên peymanê yên ku heya niha hatine bicihanîn çawa şîrove dikin?

Tiştên ku pêk hatine, tenê rêveberiya pevçûnan û pêşîgirtina li zêdebûna şer e. Ev qonaxek ceribandina stratejîk di navbera du aliyan de ye. Her yek hewl dide sînorê hêz û niyeta aliyê din bipîve. Heta niha vê peymanê di hevsengiya kontrola leşkerî an jî di rêveberiya siyasî ya herêmê de guhertinek avahisaziyê çênekiriye. QSD'ê hîn jî avahiya xwe ya leşkerî ya bingehîn diparêze. Me şahidiya veguhestinek rastîn a navendên hêzê an jî ji nû ve sazkirinek bingehên saziyên herêmî nekiriye.

Têkiliya di navbera her du aliyan de hîn jî bi pileya bilind a hişyariya hevbeş ve tê rêvebirin. Her aliyek fêm dike ku her gavek bilez ber bi entegrasyona rastîn a hêz an saziyan ve dikare xetereyên stratejîk hilgire. Ji ber vê yekê, pêkanîna gav bi gav ya xalên peymanê dikare wekî polîtîkayek ceribandina gav bi gav a niyetan were şîrovekirin. Desthilata veguhêz hewl dide biceribîne bê ka QSD'ê bi rastî amade ku dest ji hin xweseriya xwe ya leşkerî û siyasî berde. Di heman demê de QSD'ê hewl dide biceribîne ka armanca dawîn a desthilatdariyê hevkarî di nav dewletê de ye an navendîkirina kontrolê li ser herêmê ye.

Di pratîkê de jî, pêkanîna gav bi gav peymanê bêyî ku di çarçoveya berfirehtir a hevsengiyên hêzên herêmî de were danîn, nayê fêmkirin. Bakur û rojhilatê Sûriyeyê xaçerêyeke aloz di navbera DYA, Tirkiye, Rûsya û hêzên herêmî yên bi bandor de ye. Ji ber vê tevliheviyê, dibe ku peyman ji bo her du aliyan rêyek ji bo qezenckirina demê be heya hevsengiya hêzên herêmî zelaltir bibe. Desthilata veguhêz hewl dide hêdî hêdî pozîsyona xwe ya siyasî xurt bike bêyî ku eniyek nû veke ku dikare çavkaniyên xwe xerç bike., di heman demê de QSD'ê hewl didin destkeftiyên xwe biparêzin û li benda encamên polîtîkayên navneteweyî yên li hember herêmê ne.

Xalên ku diviyabû werin pêkanîn, lê hîna nehatine pêkanîn çi ne?

3 mijarên sereke hene, diviyabû ji destpêka îmzekirina peymanê ve bihatina pêkanîn, lê hîna pêk nehatine, ev in:

Dosyaya leşkerî: Yek ji dosyayên herî tevlihev e, ji ber ku  bi pênasekirina monopola dewletê li ser hêza leşkerî ve girêdayî ye. Peyman diviyabû çarçoveyek zelal ji bo rêxistina têkiliya di navbera artêşa Sûriyeyê û QSD'ê de, çi bi rêya mekanîzmayên ji bo entegrasyona gav bi gav an jî bi destnîşankirina cewherê tugayên ku dê di nav avahiya leşkerî ya fermî de werin entegrekirina, ava bike.

Heya niha tu nîşneyên diyar ên jinûve sazkirina hêzên siyasî nîn in. Tayînkirina kesên girêdayî QSD'ê wekî Sîpan Hemo di wezareta parastinê de têra avakirina binesaziyeke leşkerî ya hevbeş an damezirandina hêzeke leşkerî ya yekbûyî nake. Ev pirsa sereke hîna girtî ye: Gelê dê QSD'ê bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê an dê bibe hêzeke serbixwe? Ev pirs girêdayî cewhera têkiliyên di navbera navendê û aliyên di dewleta Sûriyeya siberojê de eleqedar dike.

Dosyaya siyasî: Diviyabû peyman bibe xalek destpêka ya nîqaşkirina pêşeroja Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de diyarkirina cewherê têkiliya di navbera saziyên herêmî û desthilata navendî de. Lêbelê, ev dosya bi piranî nezelal dimîne. Vîzyonek zelal tune ku gelo Rêveberiya Xweser dê bi şêweya xwe ya heyî berdewam bike an dê di çarçoveya nenavendîkirina îdarî de veguhere modelek rêveberiya herêmî, an jî were hilweşandin û saziyên wê bi tevahî ji nû ve di nav saziyên dewleta navendî de werin entegrekirin. Ji ber nebûna zelaliyê, têkiliya siyasî ya di navbera her du aliyan de di qonaxek veguhêz a çaresernekirî de asê maye.

Dosyaya aborî: Ev dosya yek ji mijarên herî hesas ên jeopolîtîk e, ji ber ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê piraniya çavkaniyên petrol û gazê yên Sûriyeyê dihewîne. Diviyabû mekanîzmayek zelal ji bo birêvebirina van çavkaniyan diviyabû were damezrandin û mijarên wekî kî dê wan birêve bibe, mekanîzmaya belavkirina dahatan û rola saziyên navendî li hember saziyên herêmî hatibana zelalkirin. Lê, di vê dosyayê de hîna tu pêşketinên ber bi çav çênebûne, ji ber ku mijara çavkaniyên xwezayî ne tenê aborî ye, lê di heman demê de bi hevsengiya hêzê û şiyana fînansekirina desthilatê ve jî têkildar e. Ji ber vê yekê, peymanê çarçoveyek giştî ji bo têgihîştinê ava kir, lê ew hîn veneguheriye ji nû ve sazkirinek rastîn a pergala siyasî û ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê.

Astengiyên li pêşiya pêkanîna peymanê çi ne?

Nakokiyên li ser xwezaya dewleta Sûriyeyê: Ev faktora herî bingehîn e ku rê li ber pêkanîna peymanê digire. Pirsgirêk ne tenê li ser mekanîzmayên entegrekirina hêzan an rêvebirina saziyên xwecih e. Lê vîzyonên nakok ên dewleta Sûriyeyê ya piştî şer eleqedar dike.  Li aliyekî desthilatdariya veguhêz dixwaze modela dewletek bihêz û navendî ya ku hêza siyasî û leşkerî yekdest dike û saziyan di bin rêveberiyek navendî ya yekane de ji nû ve dike, ava bike. Ev jî modela rêveberiya Sûriyeyê ya berî 2011'an e. Li aliyê din, hêzên Kurdî dibînin ku her çareseriyek siyasî ya rastîn divê formuleke nenavendîbûnê di nav xwe de bigire ku rayeyên berfireh dide rêveberiyên xwecih da ku kar û barên xwe yên siyasî, aborî û çandî bi rêve bibin.

Faktora herêmî û rola Tirkiyeyê: Faktora Tirkiyeyê yek ji astengiyên jeopolîtîk ên herî girîng li ser pêkanîna peymanê ye. Enqere, QSD'ê wekî berdewama rêxistinî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û PKK'ê wekî gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî nîşan dide. Ji ber vê yekê, her peymanek siyasî an leşkerî yên ku di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de cihekî didin QSD'ê, dikarin li Enqereyê wekî rewakirina hebûnek ewlehiyê ya dijminane li nêzî sînorên wê werin şîrovekirin. Ev helwest pêkanîna peymanê bi nirxandinên herêmî yên berfirehtir ve girê dide ku ji îradeya rasterast a her du aliyên herêmî derbas dibin.

Bandora hebûna leşkerî ya Amerîkayê: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê faktorek girîng e di şekildana hevsengiya hêzê de ye. Ev hebûn ji bo QSD'ê sîwanek ewlehî û siyasî çêdike ku şiyana her aliyekî din ji bo ferzkirina çareseriyek yekalî bi zorê sînordar dike. Ev hebûn di heman demê de qedexeyan li ser desthilata veguhêz ferz dike. Ji ber desthilat bêyî helwesta Amerîkayê li ber çavan bigire, nikare li herêmê bi awayekî leşkerî an siyasî tevbigere. Di encamê de, hevsengiya ku ji hêla vê hebûnê ve hatî afirandin peymanê di nav marjînalek teng a têgihîştinên demkî de dihêle û nahêle ku bibe çareseriyek dawî.

Xwezaya hikumeta veguhêz: Ev pirsgirêk astengiya herî mezin pêk tîne, ji ber ku ev desthilatdarî sozên xwe bi cîh nayîne. Di heman demê de mirov nikare di avakirina siberoja siyasî ya Sûriyeyê bi rêya diyalog an lihevkirinan xwe bispêre vê desthilatê. Ev yek ji şîroveyên bûyerên ji dema hatina wê ya ser desthilatdariyê heta niha bi awayekî zelal diyar dibe. Peymanên ku bi pêkhateya Kurd re hatine çêkirin bi zexta navneteweyî di nav hevsengiyên jeopolîtîk de ve girêdayî ne. Mirov nikare baweriyê bide desthilatdariyeke terorîst ku armanc dike pergaleke îdeolojîk a navendî ya li ser bingeha dûrxistin û tundrewiyê ava bike.

Derengmayîna berdewam di bicîhanîna xalên peymanê de dê encamên çawa bi xwe re bîne?

Têkçûna berdewam a bicîhanîna xelên peymanê rê li ber çend senaryoyên gengaz vedike. Piraniya wan senaryoyan bi xwezaya jîngeha siyasî ya li dora peymanê ve girêdayî ne. Ev dikare wê veguherîne çarçoveyek siyasî ya tenê ji bo birêvebirina tengezariyên di navbera her du aliyan de, bêyî ku pirsgirêkên bingehîn ên têkildarî hêz, rêvebirin û çavkaniyan çareser bike. A din, nebûna şefafiyetê di hin qonaxên dan û standinan de, bi taybetî ji aliyê desthilata El Colanî ve, nezelalî û nebûna baweriyê li ser siberoja peymanê zêde dike. Ji xwe desthilata El Colanî bi pirsgirêka retorîkî ya navbera pêdiviyên pragmatîzma siyasî û xîtaba wê ya îdeolojîk a li pêşberî girseya xwe rû bi rû ye.

Senaryoyek din jî heye; eger hevsengiya hêzên navneteweyî li herêmê bên guhertin, hingî jî berdewamiya têkçûnan dikare rê li aloziya leşkerî an destwerdanên herêmî veke. Di hawîrdorek herêmî ya pir guherbar de wekî Rojhilata Navîn, her guhertinek di helwestên hêzên mezin an herêmî de dikare bi lez kartan ji nû ve tevlihev bike. Dibe hêzên herêmî teşwîq bike ku dîsa ji bo başkirina helwestên xwe yên dan û standinê hêza leşkerî bikar bînin.

Di dawiyê de hûn dixwazin der barê van peymanan de tiştekî bibêjin?

Lihevkirinên ku di navbera QSD'ê û desthilatdariya El Colanî de hatine çêkirin, nikarin tenê wek rêkeftinên meydanî yan lihevkirinên ewlehiyê yên demkî werin şîrovekirin. Lê di cewherê xwe de bandoreke wan a siyasî ya kûrtir heye, anku meşrûiyeta siyasî ya mezin dide El Colanî ku bi dan û stanan wekî desthilatdariyekê dikare dewletê temsîl bike û li ser navê wê dan û standinan bike. Ev meşrûiyet, her çendî nepen be yan jî neyê ragihandin jî, dibe alîkar ku pozîsyona wî di nava rewşa Sûriyeyê de di qonaxeke veguhêz a pir hesas de xurt bike.

Xwespartina El Colanî wekî ku garantorê berjewendiyên Kurdan an jî wekî hevkar di avakirina siberoja paşerojeke siyasî ya aram ji bo Sûriyeyê de, hîn jî mijareke metirsîdar e. Ezmûnên dîrokî yên herêmê nîşan didin ku rejîm an hêzên bi paşxaneyeke îdeolojîk a girtî pir caran lihevkirinên demkî wekî amûrên şertî ji bo ji nû ve rêzkirina hevsengiya hêzê dibînin, lê wekî pabendbûnên stratejîk ên demdirêj nabînin.

Ji vir û pê ve, parastina berjewendiyên Kurdan, her wiha parastina siberoja Sûriyeyê wekî dewleteke pir-pêkhateyî, nikare li ser bingeha têgihîştinên teng ên dualî be. Lê belê çarçoveyeke neteweyî ya berfirehtir hewce dike ku li ser bingeha hevpeymaneke siyasî di navbera hêzên sivîl û leşkerî yên Sûriyeyê de be ku vegra şêweyên rêveberiyên li ser esasê dûrxistinê red dikin.

Rêya herî rast a pêşveçûnê, avakirina eniyeke siyasî ya neteweyî ye ku ji bo ji nû ve formulekirina projeyeke siyasî ya berfireh a Sûriyeyê li ser bingeha pirrengî û hevkariyê bixebite. Divê ev proje rewatiya siyasî ne li ser bingeha hevsengiya hêza leşkerî yan ferzkirina rewşê, lê divê li ser bingeha nûnertiya neteweyî ya berfireh ji nû ve pênase bike. Di çarçoveyeke wisa de her rewatiya ku bi zorê tê ferzkirin dikare were têkbirin û rê li ber pêvajoyeke siyasî vebe û berjewendiyên tevahî pêkhateyên sûriyeyiyan nîşan bide.

(bb-ac)

ANHA