Heftename: Kendav û Hewlêrê berdêlên herî mezin ên şerê Îsraîl-DYA û Îranê didin

Çavdêran diyar kir ku peyama ewilî ya rêberê olî yê bilind ê nû yê Îranê rewşê ber bi rageşiyê ve dibe. Hate gotin, welatên kendavê berdêlê mezin ê şer dide û dibe ku ev şer bandorê li herêma Kurdistanê û rola wê bike.

Heftename: Kendav û Hewlêrê berdêlên herî mezin ên şerê Îsraîl-DYA û Îranê didin
15 adar, 2026   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetên rêberê olî yê bilind ê nû yê Îranê, bandorên şerê Îsraîl-DYA û Îranê li ser Kendavê û Başûrê Kurdistanê rojevên hefteya borî yên çapemeniya erebî bûn.

'PEYAMA YEKEM A RÊBERÊ BILIND Ê NÛ YÊ ÎRANÊ; TOLHILDAN’

Rojnameya El Ereb li ser peyama yekemîn a rêberê olî yê bilind ê Îranê wiha nivîsî: “Derketina rêberê bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî, bi daxuyaniyekê ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin ve, sînordar bû. Mucteba soza 'tolhildana şehîdan, rêber û sivîlan da. Her wiha anî ziman ku şer bêyî ku Îran 'tezmînatê' wergire, bi dawî nabe. Her wiha gef xwar ku dê êrişên li ser welatên Kendavê bidomîne. Lê qala diyalogan kir."

Rojnameyê bi bîr xist ku Mucteba Xamineyî ku bi helwesta xwe ya muhafazekar a tund tê nasîn, bi gotina "Divê ew wekî kaxeza zextê bimîne" vekirina Tengava Hurmuzê red kir. Her wiha îşaret pê kir ku Tehran amadekariyên pêwîst kirine da ku eniyên din veke ku "dijmin qels bike".

Her wiha hate gotin: "Rêberê nû li ser bingeha 'an ewlehiya hemûyan, an ne ewlehiya hemûyan' îşaretên zelal şandin ku ew amade ye şer berdewam bike bêyî ku guh bide lêçûn û windahiyên ku dibe çêbin. Ev yek di peyamên ji welatên Kendavê û her wiha ji cîhanê re der barê Tengava Hurmuzê de aşkera bûn.”

Çavdêr destnîşan dikin ku “nakokiya heyî li ser prensîbeke kevn a îradeyên newekhev hatiye avakirin, ji ber ku rejîma Îranê ji perspektîfa parastina hebûna xwe şer dike û bawer dike ku tiştekî din di destê wê de nemaye ku ji dest bide. Lê DYA bi mentiqa hesaban û tiştên ku ew dikare di warê armancan de bi dest bixe, bi şer re mijûl dibe.''

Rojnameyê îşaret bi gotina Mucteba Xamineyî ya spasiya "Eniya Berxwedanê" kir û soza vekirina eniyên nû da. Li ser vê yekê jî wiha nivîsand: "Ev gotinên wî pirsan radixe ber çavan, gelo li vir mebesta wî Yemen e? Ji ber ku Hûsî heya niha ji şer dûr in. Ev jî pirsan li ser gelo wan bi Îranê re li ser vê yekê li hev kiriye yan destwerdana koma Yemenê girêdayî dema ku Tehranê destnîşan kiriye?''

'DYA’YÊ ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ DA DESTPÊKIRIN LÊ WELATÊN KENDAVÊ BEDELA WÊ DIDIN'

Ajansa Reutersê li ser zimanê çavkanî û şîrovekarên ji welatên Kendavê, ragihand ku şerek di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)- Îsraîlê û Îranê de, dibe ku welatên Kendavê yên hilberînerên petrolê bi bandorên girîng ên aborî û ewlehiyê re rû bi rû bihêle.

Çavkaniyan destnîşan kir ku her çendî ku hikumetên kendavê ji Tehranê re gotibûn, dê rê nedin ku xakên wê an jî qadên wê yên hewayî ji bo êrişan werin bikaranîn, lê li hin paytextên Kendavê nerazîbûnên ji ber êrişên Îranê yên ku tesîs, balafirgeh û benderan dikin hedef, zêdetir bûne.

Di vê çarçoveyê de seroka Navenda Siyaseta Îmaratê Ibtîsam El Kutbî diyar kir ku welatên Kendavê ev pevçûn nexwestin, lê di warê ewlehî û aboriyên xwe de bedelê didin, di heman demê de destnîşan kir ku Îran nikare ji berpirsiyariya zêdebûna aloziyê bêpar bimîne.

Hate gotin: "Şer, welatên Kendavê neçar kiriye ku girêdayîbûna xwe ya ewlehiyê bi DYA’yê ve bi meyla mezinbûnê ber bi curbecurkirina hevkariyên navneteweyî û xurtkirina şiyanên xwe yên parastinê ve ji nû ve binirxînin. "

Her wiha hate gotin, profesorê têkiliyên navneteweyî li Dibistana Aboriyê ya Londonê Fewaz Cerces diyar kir ku şer dikare tezên kevneşopî yên ku têkiliya Washington û welatên Kendavê ya bi dehan salan ku li ser dan û standina parastina ewlehiyê li hember herikîna enerjî û veberhênanan hatiye avakirin, tevlihev bike.

(bb)