Li Sûriyeyê salvegera şoreşê; binpêkirinên li dijî Kurd, Elewî û Durziyan didomin

Şoreşa Sûriyeyê ket sala xwe ya 16'an. Piştî ketina rejîma Baasê hikumeta demkî hewl da hegemonyaya xwe ferz bike û pêkhateyên civakê dûr xistin. Vê yekê bandoreke neyînî li tevna civakî kir û di sala dawîn de li dijî Kurd, Elewî û Durziyan binpêkirinan dewam kir.

Li Sûriyeyê salvegera şoreşê; binpêkirinên li dijî Kurd, Elewî û Durziyan didomin
15 adar, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

مانشيت///////

Di salên dawîn de gelek bûyer û guhertinan li Sûriyeyê rû da. Gelek sedem û faktoran hişt ku aloziya Sûriyeyê kûrtir bibe. Rejîma Baasê bi vebijêrka dûrxistina hêzan ve girêdayî bû, dewleta Tirk ji dema rejîma Baasê heya pêvajoya demkî, çete ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar dianîn. 

ÇIRÛSK LI BAŞÛR PÊ KET, REJÎMÊ HEWL DA KONTROL BIKE

Bi belavbûna pêla ‘Bihara Ereban’ re, gelê Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’ê de li hemberî polîtîkayên rejîma Esed dest bi serhildanê kir. Serhildanan piştî girtina zarokên ku gotinên dijberî rejîma Baasê nivîsandin li Derayê ya li başûrê Sûriyeyê, dest pê kir û bi lez belavî herêmên din ên Sûriyeyê bûn.

Di Adara heman salê de hikumeta Şamê hêzeke leşkerî ya mezin ber bi Humsê ve şand û êrişî taxa Bab Amir kir. Piştî şerekî dijwar ku derdora 26 rojan dewam kir, rejîma Sûriyeyê ragihand ku tax kontrol kiriye. Di Tîrmehê de medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku wezîrê wê yê parastinê Dawûd Racîha û cîgirê wî Asif Şewket, cîgirê Beşar Esed di êrişa bombeyî ya li dijî avahiya "Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê" ya li taxa Rewda ya Şamê de hatine kuştin.

DEWLETA TIRK SÛRIYE BI ÇETEYAN DAGIRT

Dewleta Tirk balafirgehên xwe ji bo pêşwazîkirina çeteyên ji welatên cuda yên cîhanê vekirin û derbasbûna wan a bo Sûriyeyê hêsan kir. Her wiha di sînorê wê de çek, desteka madî û tenduristî ji bo çeteyên li Sûriyeyê dişandin. Îranê jî hêzên şîe anîn Sûriyeyê da ku li kêleka rejîma Sûriyeyê şer bikin.

Bi zêdebûna hatina çeteyên biyanî ji çar aliyên cîhanê re, çeteyên DAIŞ`ê di havîna 2014`an de, destpêkê bajarê Mûsilê yê Iraqê, deverên berfireh ên Sûriyeyê û Iraqê dagir kirin û di 29’ê Hezîranê de "paytexta xîlafetê" li bajarê Reqayê ragihand. Paşê jî piraniya Dêrazorê dagir kir, her wiha li beşên Heleb, Idlib, Hema, gundewarên Şamê û herêmên din ên Sûriyeyê anku derdora nîvê erdnîgariya Sûriyeyê dagir kir.

Bi zêdebûna hatina çeteyên biyanî ji çar aliyên cîhanê re, bi hestên neteweyî û mezhebî yên ciwanan hat lîstin da ku tevlêbûna nava çeteyan zêde bibe. Çeteyên DAIŞ`ê di havîna 2014`an de li Iraq û Sûriyeyê qadên mezin dagir kirin.

RÛSYAYÊ DESTWERDAN KIR

Di 2014`an de hêzên rejîma Sûriyeyê bi têkçûneke mezin re rû bi rû man. Heyet Tehrîr El Şam (Cebheta El Nusra) rûberên berfireh ên Heleb, Idlib, Hema, Dera, Hums, Quneytîrayê dagir kirin, hêzên rejîmê li bajarên sereke tenê sînordar man. Di encama van bûyeran de Rûsyayê destwerdan kir û di Tebaxa 2015`an de bi rejîmê re lihevkirinek îmze kir. Li gorî peymanê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê dikarin baregeha Himêmîm her demê bêyî berdêl û heta demeke nediyar bi kar bînin. Di Îlona 2015`an de Rûsyayê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê xurttir kir.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HEVPEYMANA CIVAKÎ Û HILBIJARTIN

Bi lawazbûna rejîma Sûriyeyê û vekişandina wan ji herêmên Sûriyeyê re, gelê wan herêman bi tenê li hember rêxistinên mîna DAIŞ û Cebhet El Nusrayê rû bi rû hiştin. Li ser vê yekê gelê herêmê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. YPG û YPJ’ê erka parastina her sê kantonên Rêveberiya Xweser (Efrîn, Cizîr, Kobanê) yên ku di Çileya 2014`an hatibûn îlankirin, girt ser xwe. Rêveberiya Xweser berfireh bû û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin nava xwe.

Rêveberiya Xweser rêgeza neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan esas girt. Rêveberiyê hemû pêkhateyên herêmê anîn cem hev, aştiya navxweyî parast, saziyên xizmetê û binesaziyên aktîf ên Sûriyeyê parastin û bi pêş xistin.

LI SÛRIYEYÊ HÊZÊN DYA’YÊ

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wêrekî û berxwedana YPJ û YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dişopand. Piştî ragihandina avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, koalîsyonê desteka hewayî da YPG û YPJ’ê, bi taybet di cenga Kobanê ya sala 2014’an de. Ev destek bi avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re dewam kir ta herêmên Sûriyeyê ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

DAN Û STANDINÊN KU BARÊ SÛRIYEYAN GIRAN KIR

Rûsya-Tirkiye-Îran bi mijara nîqaşkirina aloziya Sûriyeyê ji dîroka 23’yê Çileya 2017’an ve, 22 tûrên civînan, bêyî beşdariya nûnerên Sûriyeyê, li Astanayê li dar xistin. Lê armanc û encamên nîqaşên van civînên diyar bûn. Armanc ew bû ku lihevkirinên Rûsya-Tirkiyeyê berdewam bikin û şerê li dijî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin. Di encama lihevkirinên li Astanayê de dewleta Tirk; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û beşeke gundewarên Idlib, Laziqiyê û Helebê dagir kirin. Li beramberî vê jî Rûsyayê hişt ku rejîma Esed careke din deverên berfireh bixe bin kontrola xwe. Di van civînan de komên çekdar li bakurê rojavayê Sûriyeyê, bi taybetî li Idlibê hatin komkirin. Ev kom li hevalbendên xwe yên Astanayê qulibîn û operasyoneke leşkerî pêk anî ku bi rûxandina rejîma Esed encam da.

Ji 30’ê Hezîrana 2012’an ve, li Cinêvê qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê gelek civîn di navbera aliyên nakok ên Sûriyeyê de hatin lidarxistin. Lê ji ber gelek sedeman, jê nevexwendina nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê, nakokiyên aliyên têkildarî aloziya Sûriyeyê li ser şîrovekirina encamên civînan, civînan tu encam bi xwe re neanîn. Kongreya diyaloga Sûriyeyê jî ku li Soçiyê pêk hatibû, tu pêşketin bi xwe re neanîn. Her wiha ji 8 tûrên civînên "Komîteya Destûrî" jî tu encam derneketin.

BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ CAREKE DIN DENGÊ XWE BILIND DIKE

Bi serkeftina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, şêniyên Siwêdayê jî hewl da heman projeyê bidin meşandin. Heta astekê wan rola hêzên rejîma Sûriyeyê qels kir. Ciwanan leşkeriya mecbûrî ya rejîmê red kir, hêzên xwecih û meclisên siyasî ava kirin. Di encamê de di navbera şêniyan û hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyeyê de pevçûn derketin.

Xwepêşandanan li Siwêdayê dom kir. Hêzên civaka sivîl û Partiya Lîwa a Sûriyeyê banga damezirandina komîteyên rêveberiya xwecih li şûna saziyên xizmetguzariyê kir. Wan hêzan diyar kir ku gaveke wiha dihêle serhildan bi pêş bikeve û heta asteke baş were birêxistinkirin.

HEWLDANÊN NÊZÎKBÛNÊ YÊN DI NAVBERA REJÎMA ESED Û DEWLETA TIRK DE BI SER NEKETIN

Di 2022'yan de bûyereke mezin di krîza Sûriyeyê de çêbû. Tevî salên dirêj ên dijminatiya di navbera rejîma Esed û Enqereyê de û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê, pêvajoya nêzîkbûnê di navbera her du aliyan de dest pê kir. Pêvajo piştî lûtkeya Tehranê ya nûnerên Astanayê (19 Tîrmeh 2022) dest pê kir. Di 6'ê Tebaxê de serokên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovê civiyan. Li wir Erdogan da zanîn ku Pûtîn nêzbûna li hemberî Şamê pêşniyar kiriye. Piştre jî wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê li Moskovê civiyan. Lê belê vê civînê karktereke siyasî esas negirt ta gihaşt rêyeke xitimî.

DEWLETÊN EREBAN DERFETEKE WINDAYÎ DA REJÎMA ESED

Piştî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan, piraniya dewletên Ereban ji bo şandina alîkariyên mirovî peywendî li gel rejîma Sûriyeyê danî. Esed jî ji bo cara yekemîn serdana sultangeha Umanê kir. Her wiha Rûsya karîbû rejîma Sûriyeyê li Komkara Erebî vegerîne. Lê tu encam li ser erdê bi taybetî di aliyên siyasî û aborî de nehatin dîtin. Lê li gorî hate dîtin, rejîma Esed nikarîbû dewletên Ereban di mijarên dûrketina ji Îranê û piştevaniya milîsên îranî yên li Sûriye û Hizbullah û pêkanîna îslahên siyasî û aborî li welatê de razî bike.

DEWLETA TIRK HEVKARÊN XWE YÊN LI ASTANAYÊ XAPANDIN... REJÎMA ESED HILWEŞIYA

Tevî derbasbûna gelek salan di ser deptêkirina şoreşa Sûriyeyê û zêdebûna hejmara qurbaniyan re, rejîma Sûriyeyê siyaseta xwe neguherî, çi li hundir ku siyaseta xwe ya dûrxistin, tepeserkirin û bi zîhniyeteke otorîter a tawankar berneda. Her wiha dan û standinên xwe yên li derve de jî nikarî bersivê bide însiyatîfa rûsî û fişarên rojavayî ji bo mêkmirina desthilta Îranê û komên wê yê çekdar. Dîsa jî bersiv neda însyatîfa Rûsiyayê ji bo nêzîkbûna digel Enqerê. Ev hemû bûne sedema derketina helwesteke herêmê û navneteweyî li dijî rejîma Esed. Pêngavên Esed ên vê dawiyê berî rûxandina rejîma wî, bi taybetî der barê berdewamkirina peywendiyan bi Hizbullah a Lubnanî re, bûne sedemek sereke ji bo bilezkirina rûxandina wî.

Di dema rûxandina rejîma Esed û piştî wê de, rola neyînî ya Tirkiyeyê aşkera bû. Dewleta Tirk di çend salên borî de ji bo bidawîkirina rola hêzên demokrat, nîştimanî û sivîl li Sûriyeyê kar kir. Li beramberî vê bandora hêzên îslamî yên radîkal ên ku bi hezaran çekdarên biyanî bi taybetî Uygûr û Çeçen di nav de hene bihêztir kir, di serê van hêzan de Heyet Tehrîr El Şam bû (Cebhet El Nusra ya barê) ku gihaşt ser destilata Sûriyeyê.

QONAXA PIŞTÎ RÛXANDINA REJÎMÊ MÎNA YA BERÊ YE

Tevî hêviyên sûriyeyiyan ên bidawîkirina zilm û zordariya bi dehan salan, lê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji destpêkê ve hewl da serweriya xwe li ser welat ferz bike. Hikumeta demkî tevgerên siyasî, mezhebî û neteweyî dûr xistin.

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji destpêkê ve, bi rêya "Kongreya Serkeftinê", qonaxa veguhêz û avakirina artêşa Sûriyeyê kontrol kir. Di heman demê de, wê dest bi "diyalogeke neteweyî" kir ku tê de nûnerên rastîn ên gelê Sûriyeyê hatin dûrxistin. Ev yek bi amadekirina "danezaneke destûrî" ya ku dişibiya destûrên Partiya Baasê, gihîşt lûtkeyê.

Vê himumetê xwe spart zêdebûna gotinên nefretê, ku bû sedema komkujiyên li dijî civaka Elewiyan li herêma peravê Sûriyeyê. Di navbera 6 û 10ê Adara 2015an de, deverên peravê rastî bûyerên tundiyê hatin, ku li gorî raporên mafên mirovan û şahidiyên herêmî, bû sedema mirina bi sedan sivîlan.

Piştî vê yekê, hikûmetê dest bi gurkirina li dijî deverên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li dijî Kurdan, kir. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin dorpêçkirin û êriş li wan hat kirin, êriş berdewam kirin, gihîştin Dêr Hafir, Reqa û Dêrzorê, ku QSD ji bo parastina jiyana sivîlan ji wir vekişiya.

Piştî ku QSD, bi taybetî hêzên Kurdî, parastina xwe li herêmên Heseke û Kobanê xurt kirin, di 29`ê Çileyê de rêkeftinek hat çêkirin da ku pêvajoya entegrasyonê di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de were temam kirin. Parêzgarek ku ji hêla QSD ve li Hesekê hat destnîşankirin, û pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Lêbelê, li gorî çavdêran, ev pêvajo hîn rastî gelek astengiyan tê.