​​​​​​​Ehmed Şêxo: Çiyaên Kurdistanê xeta parastinê ji welatên ereb re li hember Osmaniya nû ye

Reportaj Summay

​​​​​​​Ehmed Şêxo: Çiyaên Kurdistanê xeta parastinê ji welatên ereb re li hember Osmaniya nû ye
12 gulan 2022   01:36

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Ehmed Şêxo daxuyand ku Osmaniya nû durbarekirina Îtîhad û Terakî ye lê bi şêwazekî şilotir ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn. Şêxo da zanîn ku çiyayên Toros-Zagros xeta yekemîn a parastina hemû welatên Ereb ên heyî, neteweyên îslamî, gel û olên cuda yên herêmê ye.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Kurd ku li paytexta Misir Qahîreyê dimîne, Ehmed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk xwedî projeyeke berfirehbûnê ye, armanca wê wekî gaveke yekemîn a kontrolkirin û dagirkirina Kurdistanê ye, piştre dagirkirina welatên Ereb û di serî de Sûriye û Iraqê û welatên rojhilat ên Ereban, piştre Lîbya û Tûnis û bi wê re dagirkirina welatên rojavayî yên Ereban.

Ehmed Şêxo têkildarî êriş û projeyên dewleta Tirk li dijî herêmê, projeya Osmaniya nû ku rayedarên Tirk û AKP`yî behsê dikin, xeteriya vê projeyê li ser gelên herêmê û tiştê ji gelên herêmê niha tê xwestin, axivî.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Projeya Osmaniya nû ya ku damezrînerên AKP`ê behsê dikin, projeyeke mêtîngeriyê û belavkirina netewe û toraniya Tirk e. Ev proje fikir û armancên Îtîhad û Terrakî û xeta wê ya girêdayî hegemoniya derve, di nava xwe de digire. Ne tenê kurdan lê herêmê bi giştî dike hedef. Di pêvajoya yekemîn a hedefgirtin de gelê Kurd, hêzên wî yên çalak mîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û projeya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bo dewleta Tirk ji ber ku kurdan wek astengiya pêşîn dibîne bi derbaskirina wan re, êdî dikare projeya xwe mîna Selîm El-Ewel, Holako û Cengîz Xan berdewam bike.

Du aliyên nêrîna osmanî hene; ya yekemîn mêtîngeriya osmanî ya li ser dewlet û gelên herêmê û mayîna wê li wir heta 600 salan, çanda deriyê bilind û kontorlkirina gelên herêmê û şerê wê yên yenîçeriyê. Ya din hişmendî û xeta Îtîhad û Terrakî ya girêdayî cuh û massoniya cîhanî ye.

Dewleta Tirk êrişeke giştî li dijî Kurdistanê pêk tîne, bi taybet jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. hûn çawa van êrişan şîrove dikin?

Ev êriş di çarçoveya Şerê Cihanê yê Sêyemîn û hewldana hêzên navendî yên pergala cîhanê ku ajandeyên xwe yên herêmî û xwecih ji nû ve rêz bikin de pêk tên. armanc jî avakirina pergaleke herêmî ya nû li gorî stratejî û siyasetên xwe yên aborî û ewlehiyê ye. Her wiha da ku jêderên enerjî û gazê kontrol bikin. Li gel berdewamkirina tevgerên giştî li herêmê ji 11 salan ve, berdewamkirina valahiya siyasî, çandî, fikrî û ewlehî, gelek hêzên herêmî bi rêya belgeyên zextê û danûstandina bi hêzên navendî yên pergala hegemoniya cîhanî re, hewl da projeyên xwe yên hegemonîk ên nû li herêmê ava bikin û hegemoniya xwe xurttir bikin da ku di pergala herêmî ya nû de cihê xwe bigirin. Dewleta Tirk hewl dide dijmantiya xwe li hember gelê Kurd û gelên herêmê bidomîne. Hîna xwedî hema zihniyeta 1925`an e. Qirkirina kurdan û tunekirina hemû tiştên girêdayî kurdiyatiyê, kurdên mayî tev li netewa tirk bike û asîmlekirina wan, didomîne. Tirkiyê di van sûcên xwe de li dijî kurdan û gelên herêmê hêzê ji hebûna xwe ya di NATO û pergala rojavayî de û erka ku tê de pêk tîne digire.

NATO û pergala hegemoniyê ya rojavayî, ji bo dewleta Tirk ber xwe ve bikişînin rê ji dewleta Tirk re li pêş qirkirina kurdan vekirin. Dewleta Tirk weke pêkanîna stratejiyên xwe li herêma Rojhilata Navîn û kontrolkirina wê bi kar anîn.

Dewleta Tirk ne tenê kurdan li hundirê Tirkiyê yan jî herêmeke diyar dike hedef, lê belê her hêzeke civakî ya demokratîk û azad a gelê Kurd bi gelên herêmê re li Kurdistanê û derveyî wê dike hedef. Rayedarên desthilata Tirkiyê û dewleta Tirk li gorî nêrîneke netewperestî ya şovenîst ku derve destekê didiyê li kurdan dinêrin. Hebûn û tunebûna dewleta Tirk bi wergirtina gelê Kurd ji mafên xwe re girê didin.

Çarçoveya demokratîk û nîştimanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya neteweya demokartîk a rêber Abdullah Ocalan, dikare bibe dendik ji bo pêkanîna demokrasiyê, bibe modeleke azad û demokratîk, çareseriyek ji doza kurd û dozên nîştimanî bi erêkirina gel û dewletên herêmê. Ev tê wateya xilasiya herêmê û gelên wê ji kontrolkirin, hegemonî û talankirina hêzên derve û herêmî. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker li ber bêdengiya hêzên derve û destekdayîna hêzên derve, gelên herêmê kir hedef. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê dagir kirin.

Bi nêrîna we êrişên dewleta Tirk tenê li ser kurdan lê li ser hemû gelên Rojhilata Navîn xeter in?

Em dikarin bêjin, hişmendiya sûcdar a dewleta Tirk kesekî ji hev cuda nake. Dema komkujî li dijî ermen, suryan, rom, yewnan, ereb û kurdan pêk anîn pêkhateyên din îstîsna nekir. Lê belê her pêkhateyek di demeke diyar de ji salên 1914`an heta 1925`an kir hedef.

Ji sala 1925`an, dewleta Tirk bi erêkirina navneteweyî û hevkariya gelek hêzên herêmî û xwecih û heta gelek aliyên kurdî dest bi qirkirina kurdan kir. Lê ji ber gelek sedemên girêdayî çand, xweza, kesayet û reseniya kurdî ya kok daye û bingeha wê ya yekemîn şoreşa di dîroka mirovahiyê de şoreşa Neolotîkî ku li Kurdistanê beriya 12 hezar sal pêk hatî, ji ber berxwedanê gelê kurd a domdar, dewleta Tirk nekarî wan qir bike. Derketina PKK`ê, zanabûna dîrokî û çarçoveya civakî û demokratîk ev hewldanên dewleta Tirk, mirina ku hêzên navneteweyî wek vebijêrk li dijî kurdan ferz kiriye, lihevkirinên navneteweyî û parçekirina Kurdistanê rawestandin.

Dema selcûqî û piştre osmanî bi kurdan re li hev kir, derbasî Anadolê bûn, paşê derbasî herêma Ereb bûn. Şerên Malazgirt sala 1071`an, Merc Dabiq sala 1516`an û gelek şerên din, rû dan. Dema kesên ji bakur û rojhilat hatin Kurdistan û kurd derbas kirin, wê demê dikarin welatên ereban dagir bikin. Mîna li Bexda kirine, xelkê Şamê kuştine û şaristaniya tê de wêran kir.

Îro jî, dewleta Tirk armanc dike plana xwe ya firehkirinê pêk bîne, wek gaveke pêşîn Kurdistanê dagir bike, paşê welatên erebîdi sêrî de Sûriyê, Iraq û dewletên ereb ên rojhilat. Piştre bi rêya dagirkirina Lîbya û Tunisê welatên ereb ên rojava dagir bike. Ev rastiyeke ku osmaniyan pêk aniye dema welatên ereb û herêmên kurdî ji sînorên Ermenistanê û Azerbeycanê heta sînorên Cezaîr û Mexribê, Yemen û Girava Erebî dagir kirin.

Serokên mîna Naplyon Ponapart, Îbrahîm Paşa, Silêman El-Frinsawî, Xalid Bin El-Welîd, Sultan Selahedîn El-Eyûbî, Ebû Muslim Xurasanî, Cemal Ebdulnasir û gelek serokên berê gotin, ewlehiya welatên erebî û Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Çiyayên Toros û Zagros xeta parastinê ya yekemîn a welatên erebî, neteweyîn islamî, gelan û olên cuda yên herêmê ye.

Rastiyeke em bêjin, dema çanda arî û samî gihaşt hev anku çanda Mezopotamya ya jêr û jor yan jî çanda Til Helef û Al Ubeyd şaristaniya someriyê derket ku bibe destpêka şaristaniya mirovahiyê bi giştî. Ev rastî heta niha girîngî û cewhera xwe diparêze.

Hedefgirtina gelê Kurd, gelên herêmê dike hedef, ji ber rastiyên dîorkî û erdnîgarî mîna ronakbîrê ji Misirê, Dr.Cemal Hemdan gotiye, ewlehiya Misirê ji Torosê dest pê kir, yanî ji Kurdistanê û niha jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê û ji başûrê rojhilatê Tirkiyê dest pê dike.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî gelên herêmê çi ye? Gelek rapor û analîz hene ku teqez dikin ku dewleta Tirk dixwaze osmaniya nû di dawiyê de ava bike. Gelo rastiya projeya osmaniya nû çi ye?

Projeya osmaniya nû armanca desthilata Tirk a niha ye anku AKP`ê ku îslama siyasî ya xapînok wek amûrekê  û toraniya nijadperest a faşîst an ku MHP`ê gihand hev. Her wiha bi rewşa bihara ereban, lawazbûna pergala herêmî, dewletên ereb û gelê Kurd û hêzên wê bi zanabûn destek da tevgerên îslama isyasî. Di nav de ixwanan û şaxên wan mîna El-Qaîde, DAIŞ û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve ji bermahiyên DAIŞ û El-Qaîda hat avakirin, xurt kir. Li gorî baweriya îslama siyasî û ixwanan, osmaniya nû dê armancên wan ên di desthilat, talankirin û bikaranînê de pêk bîne.  

AKP`ê partiya osmaniya nû ye. Projeya wê, vejandina dewleta osmanî, dagirkirina herêmê, kontrolkirina gelên wê û bikaranîna ola îslamî ye. Her wiha ji bo armancên xwe pêk bîne, hebûna xwe ya di NATO`yê û pergala rojavayî de bi kar tîne. Di rastiyê de, tu têkilî di navbera AKP û ola îslamê de tune ye. Yên ku tevgerên rejîm û desthilata Tirkiyê li hundirê Tirkiyê û derdora wê bişopînin, dê têbigihêjin vê yekê. Kî zimanê kurdî yê ku xwedî xuluqandiye li Tirkiyê qedexe dike, kî şerê neviyên Selahedîn dike, kî xelk û kurdan ji warên wan koçber dike û avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê ava dike, kî daran li Efrînê û bakurê Iraqê li Başûrê Kurdistanê qut dike. Kî kurdan digire ji ber ku kurd in. Kî mele û şêxan digire ji ber ku di xitbeyên xwe de, banga kurdiyetiyê dikin. Kî teda li cîranê xwe dike, zarokan û gundan bi balafiran û bi çekên kîmyawî topbaran dike ku têkiliya wê bi îslam û sunetê pêxmeber tune ye.

Projeya osmaniya nû ku damezrînerên AKP`ê bi projeyeke mêtînger û firehkirina netewperestiya toranî ya tirkî bi nav kir, ji fikir û perspektîfên Îtîhad û Terrakî û girêdana wan a bi hegemoya devre pêk tê. Ne tenê kurdan lê herêmê bi giştî dike hedef. Hedefgirtina kurdan û hêzên wan ên çalak mîna PKK, HPG û projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di pêvajoya yekemîn de, Tirkiye bawer dike ku bi têkbirina kurdan dê karibe projeya xwe temam bike û mîna Selîm El-Ewel, Holako û Cengîz Xan bike.

Dewleta Tirk vê nêrînê anku osmaniya nû ji ku aniye?

Du bingehên vê nêrînê hene, ya yekê ji mêtîngeriya osmanî ya li ser dewletan û gelan û mayîna wan li herêmê heta 600 salan, çanda deriyê bilind, kontrolkirina gelan, şerê yenîçeriyê digire. ya din ji zihniyeta Îtîhad û Terrakî ya girêdayî cuhiyê û  masoniya cîhanî ye. Tê zanîn ku ji 1908`an ve, Tirkiye ket bin hegemoniya Îtîhad û Terrakî ku balyozê brîtanî yê wê demê got cuhiyan desthilata dewletê li Tirkiyê kontrol kir. Piştre dest bi komkujiyan li dijî gelên herêmê kir.

Osmaniya nû, ji çanda deriyê bilind a pozbilind ku bi kar û barên ol û dinyayê nizane û ji ajantî û xiyaneta Îtîhad û Terrakî li dijî çanda gelan û herêma dîrokî ya demokratîk a li ser jiyana hevbeş û biratiya gelan ava bûye, pêk tê.

Projeya osmaniya nû, şax û pêvajoyeke projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Nû ye ku hêzên mezin ên pergala hegemoniya cîhanî dixwazin. Beyî destûra cîhanê, beyî lihevkirina osmaniya nû bi siyonîzm û semyana cuhiyan a cîhanê û projeyên wan, beyî lihevkirina bi safewiyên nû yan jî şiiyên nasyonalîst, Îsraîl û Îranê li hember tevgerên Tirkiyê û projeya wê ya osmaniya nû bêdeng nediman.

Têkiliya di navbera osmaniya nû û Îtîhad û Terrakî de çi ye?

Zihniyeta mêtîngerî ya toraniya tirkî piştî sala 1908 û 1925`an, têkilhevkiirna yenîçeriya xwîndar a toranî ya kujer û hegemoniya Îtîhad û Terrakî û girêdana wê bi pergala hegemonîk a cîhanê û hişmendiya wê ya şofanîst re, înkarkirin û yekalî ye.

Dewleta Tirk ji 1925`an û heta îro, li gorî plan û têgeha Îtîhad û Terrakî berhem û wesîleya pergala cîhanê ye. Îtîhad ku xwedî li burjuwaziya cuhî û bîrokratiya tirkî derket û li ser qirkirina gelên resen ên Anadol û Mezopotamyayê û avakirina civakeke standard û li hev ava bûye. Bi vî awayî giheştina faşîzma ku ji sala 1925’an heta îro di nêzîkatiya tirkan ji pirsgirêka Kurd re cih girtibû, bi wê re gundên Kurdan şewitandin, etnîk qirkirin, demografî guhartin, bajar û bermahiyên dîrokî yên Kurd wêran kirin wekî Hesenkêf û Cezîra Botanê.

Zihniyeta Îtîhad û Terrakî ku rewşenbîr û siyasetmedarên erebî di 6`ê Gulanê de li Beyrûtê û Şamê darve kirin, heman hişmendiya komkujî li dijî ermen û suryan pêk aniye. Wê serxwebûna welat û gelên ereb red kir. Bi hegemoniya cîhanê re hevbendî çêkir û dev ji mîrasa dîrokî berda. Wê hişt Îsraîl ava bibe û di vê mijarê de hevkarî kir. Wê parlamentoya yekemîn red kir ku hevkarî û biratiya kurdî û tirkî rave kir.

Osmaniya nû, dubarebûna Îtîhad û Terrakî ye lê bi rêbazeke profesyonalîtir û xapînoktir e da ku Rojhilata Navîn kontorl bike û dagir bike, wê bi hegemoniya cîhanê ve girê bide, ewlehiya Îsraîlê, berjewendiyên hêzên derve dûrî vîn û berjewendiyên gelên herêmê misoger dike.  

Wateya osmanî ji aliyê hegemoniya madî ve çi ye?

Projeya osmaniya nû, herêmê wek mîrasa pêşiyên xwe dibîne. Ji mafê wê ye ku berhemên binerd ên gelan kontrol bike. Petrol û gaza li herêmê ji heqê xwe dibîne ku divê bi kar bîne û pê bazirganiyê bike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk berhemên binerd ên Başûrê Kurdistanê bi tevkariya PDK’ê bi kar tîne. Gelê Başûrê Kuristanê, karmend û mamosteyên Başûrê Kurdistanê muçeyên xwe nagirin. Lê Tirkiyê û malbata Barzanî van berheman li gorî berjeweniyên xwe bi kar tînin. Heman tişt li Lîbya, Qeter û Somalya derbasdar e. Tirkiyê dixwaze mêtîngeriyeke aborî pêk bîne, berhemên binerd ên gel û dewletên herêmê bi kar bîne wek beşek ji bendên osmaniya nû dibîne.

Dibe ku zuhakirin, qirêjkirin, zêdekirina nexweşiyan û xizankirina şêniyan da ku bixin bin kontrola xwe, yek ji bendên osmaniya nû ye. Ev yek li Efrîn, Başûrê Kurdistanê û Idlibê û heta li hundirê Tirkiyê pêk tê. Osmaniya nû pergala talankirina aborî ye û ji bo berjewendiya beşekê û dewletên diyar e.

Bê guman aloziya aborî ya heyî li Tirkiyê, encama şerên Tirkiyê yên li dijî gelê kurd û gelên herêmê ye. Ev yek bandor li pêşeroja Tirkiyê kir. Ji ber wê dewleta Tirk xwest osmaniya nû di aliyê aborî de vejîne da ku gelê Tirkiyê bi navê şerê mayînê bixapîne û aloziya desthilatê derbas bike û di desthilatê de bimîne.

Dewleta Tirk çawa ev siyaset hêdî hêdî di dîrokê de bi pêş xist û bi destê AKP`ê dixwazin îro çi bikin?

Siyaseta osmaniya nû, siyaseta çewisandin, talankirin, kuştin û girêdana bi derve re ye. Dîroka wê vedigere împeratoriya osmanî ji 1830`iyan, dema Almanya û Osmanî koordîne kir ku artêşa osmanî xurt bikin. Bi wê re li gorî şêwira Almanya desthilata xwecih a kurdan û şerên cuda yên osmaniya li dijî îmaratên kurdî, bi lihevkirina safewiyan bi dawî kirin ku ji serdema ebasiyan, eyûbiyan û selcûqiyan, zêdetirî 50 îmarat û desthilata kurdî hebûn.

Îro AKP`ê û piştî lihevkirina bi MHP`ê re ji sala 2015`an ve, dixwazin kurdan qir bikin, herêmên wan dagir bikin, wan herêman bikin çavkaniya terorê û ji bo projeya xwe ya Osmaniya nû amade bikin. Mîna çawa li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Bab û Idlibê pêk tê. Ji ber wê AKP’ê dixwaze qirkirina ermenî li dijî Kurd û Ereb dubare bike.

Ji bo sekna li hember êrişên dewleta Tirk ên bi hewldana jinûve vegerandina împratoriya Osmanî ku 4 sedsalan Rojhilata Navîn dagir kir, nezanî belav kir, bi dehan komkujî li dijî Kurd, Ereb, Suryan û Asûr pêk anî, ji gelê herêmê çi tê xwestin?

Li hember dagirkeriya Tirk, êrişên wê û xwesteka wê ya talankirina daneyên herêmê û gelên wê, gelê Kurd û hêzên wê yên azad bi hevkariya gelên cîran re berxwedaniyekê raber dikin, ji Efrînê heta bi çiyayên Qendîlê, ji Hesekê û Şengalê heta bi Serhed, Dêrsim û Amedê, ji Herêmên Parastinê yên Medya, heta bi Reqa, Kobanê û Babê. Ev berxwedan li hember êrişên dewleta Tirk disekine û li pêşberî dagirkirina herêman û pêkanîna projeya xwe ya osmaniya nû dibe asteng. Ev berxwedan û parastin ji bo hemû gelên herêmê ye, ne tenê ji bo gelê Kurd e. Berxwedan ne tenê ji aliyê leşkerî ve pêk tê, lê belê gelek aliyên wê yên din jî hene, jê jî projeya demokratîk, vîna azad, zihniyeta demokrasî û hevbeşî ku KCK, PKK’ê, HPG’ê, YJA-Starê pêk aniye. Ev hêz girîngtirîn hêzên civakî , siyasî, demokrasî û parastinê yên ji bo gelê Kurd û gelên din di projeya Rêveberiya Xweser û konfederalîzma demokratîk e, mîna yekitiya neteweyên demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ew proje altarnetîfa projeyên hegemonî û parçekirinê ye, her wiha altarnetîfa projeya osmaniya nû, sefewiya şîe û projeya Rojhilata Navîn a Mezin an jî Nû ye. Ji ber vê yekê, çarçoveyeke civakî û demokratîk a azad û modeleke ku bikare gel û welatên herêmê di îtîfaq û hevalbendiyan de ji bo gel û civakên herêmê û heta welatên wê bîne cem hev heye. Da ku li hember projeyên hegemoniyê yên nû û li hember astengiyên mezin bisekine, têkiliyên stratejîk di navbera gel, civak, hêzên û dewletên herêmê de li ser bingeha naskirina dualî û têgeha hevbeş ava bike û li hember xeteriyan bisekine. Her wiha ji bo mekanîzme û alavên xebatê yên hevbeş deyne ku herêmê, gel û daneyên wê ji projeya osmaniya nû rizgar bike, jiyana demokrat, hevbeş û azad li herêmê ava bike, veguherîna demokrasî li dewletên herêmê pêk bîne ku derfetê ji azadî, demokrasî û xwestekên gelan re di geşkirin, xebat û jiyana baş de zêde bike. Bi wê re dê hêzên hegemon neçar bimînin ku hesabên xwe ji nû ve bikin.

Projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa biratiya gelan, bi taybet biratiya ereb û kurdan ku di rêxistinbûyîna Rêveberiya Xweser û QSD’ê de pêk hatiye, ji rewşên girîng û pîroz e ku divê her kurd, ereb û gelên herêmê û civakên wê parastina wê bikin û destekê bidinê, da ku vê projeyên bi pêş bicin. Ev proje bi hemû aliyên wê yên leşkerî, siyasî, civakî û aborî tevî hemû rewşên tê re derbas bûne, karî bi milyonan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ’ê biparasta. Ev projeya fikrî, siyasî û leşkerî li hember DAIŞ’ê, li hember êrişên Osmaniya nû li ber xwe da û altarnetîfa hemû projeyên parçekirina herêmê û talankirina xêr û bêrên wê ye.

Çareserî demokratkirina herêmê ye, ne osmantiya herêmê ye. Şer, xerabî û qetilkirin di osmaniyê de heye. Jiyan, geşbûn û azadî di pêkanîna demokrasî, veguherîna demokrasî bi rêya biratiya gelan, pêşengtiya jinê, ciwan, xebat û avakirinê de ye.

(şx)

ANHA