Rojnamevan Halît Ermîş: Hedef ne tenê Zap e, projeya Mîsaqa Millî ye

Reportaj Summay

Rojnamevan Halît Ermîş: Hedef ne tenê Zap e, projeya Mîsaqa Millî ye
4 gulan 2022   00:43

Rojnamevan Halît Ermîş diyar kir ku konsepta êrişên qirkirinê di hevdîtinên berî de hate avakirin û got, ger siyaseta Kurd bi giştî xwedî li berxwedana gerîla derbikeve û pêşî li xiyaneta PDK’ê bê girtin wê sedî sed Kurd bi serbikevin.

Êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ket roja xwe ya 18`an. Dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê hemû teknîka xwe seferber kiriye. Her wiha di ajansa Rojnews`ê de hat parvekirin ku 5 hezar çeteyên li Sûriyê derbasî Başûrê Kurdistanê kirine. Li dijî êrişan gerîlayên azadiyê bi rihê azadiya Kurdistan di nav berxwedaneke mezin de ne ku çalakiyên gelek mezin li dar dixin. Gelê Kurdistanê û kurdên diaspora bi têkoşîna gerîla re rêzêçalakiyan li dar dixin û piştgiriya xwe nîşanî berxwedana gerîlayan didin. Li kêleka êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê jî zêde bûne.

Me ev mijar û konsepta giştî ya tinekirina gel û destkeftiyên Kurdistanê bi rojnamevan Halît Ermîş ji re nîqaş kir. Ermîş bal kişand ser xeteriya plan û konsepta li ser Kurdistanê û got: “Beriya Lozanê ger konsepta wan pêk were tiştek bi navê Kurd wê nemîne.”

Beriya êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hin hevdîtinên dewleta Tirk û PDK`ê pêk hatin. Piştî êrişê jî hevdîtinên PDK bi Îngiltere re pêk hatin. Hûn van hevdîtinan çawa dinirxînin?

Beriya êrişan di hevdîtinên ku çêbûn de bingeha konsepta giştî hat avakirin. Wêneyê ku derket holê dide xuyakirin ku ev êriş ne bi tenê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hatiye çêkirinin. Di esas de ev bi erêkirina hêzên navneteweyî di serî de Amerîka, Brîtanya, NATO û dewleta Iraq pêk hatin. Êrişên ku li ser Şengal çêbûn, konsepta ku pêk hat wê kî li kuderê çi bike û parvekirina kar hat çêkirin. Li Başûr wê êriş li kuderê pêş bikevin, rola PDK`ê wê di van êrişan de çi be bingehek hat avakirin û êriş li ser wê esasê hat kirin. Tê xuyakirin ku êriş ne tenê ya dewleta Tirk e, êrişekî bi giştî ye di şexsê PKK`ê de li ser Kurdistanê tê meşandin. Dixwazin çiqas ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ber bi dawî ve biçe ewqas êrişên xwe lez bikin û rengê siyaseta xwe der barê kurdan de eşkerê bikin û li gor wê di Rojhilata Navîn de dizaynekê çêbikin. Piştî Lozan li Kurdistanê dizaynek nû were çêkirin, statûya gelê Kurd têkeve nîqaşê piştî van êrişan bê destgirtin. Ger Kurd bikaribin li ber xwe bidin û van konseptan têk bibin wê demê dibe ku bikaribin armanca dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkirinê vala derbixin. Ger ev konsept pêk were wê demê tiştek bi nave kurdan namîne.

Di aliyê aborî de ger jî mirov li van êrişan binîrê, di navbera dewleta Tirk û PDK`ê de çi plan hatiye çêkirin?

Aborî jî bingehek ji van êrişan e. Lê ji bo ku armancên wan ên aborî pêk werin divê di aliyê leşkerî de planên ku danîne bi ser bixin. Mînak qadên ku PKK'ê lê bi cih bûye xwedî dewlemendiyek sererd û binerd gelek mezin heye. Ew jî vê dizanin. Li Garê, Metîna û Zapê gelek zêde çavkaniyên xaz û neftê hene. Ji bo bikaribin vê pêk bînin divê gerîla têk bibin. Çawa ku li Kurdistanê  bikaribin navê Kurd ji holê rabikin divê xetên Azadiya Kurdistanê ji holê rabikin, bi heman şêwazê ji bo ku bikaribin armancên xwe yên aborî pêk bîne jî divê gava yekemîn vê bike û piştî şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de çavkaniyên xwe yên xazê firehtir bikin. Ji bo wê me di destpêkê de got di nav vê planê de ne tenê dewleta Tirk heye, Ewropa jî heye. Ji ber ku di radeyeke gelekî mezin de bi Rûsya re hatibûn girêdan. Niha bi şerê Rûsya re hat xuyakirin ku ev têkiliyên wan destê wan li beramberî Rûsya zeyîf dike. Ji bo ku ji wê zeyîfatiya xwe xilas bin çavkaniya xwe ya xazê ne tenê li Kurdistanê li gelek cihanê lêgerînên wan hene dixwazin peyda bikin. Kurdistan jî perçeyek ji vê ye.

PDK'Ê HEVKARIYA XWE BI DEWLETA TIRK RE TERCÎH KIR

Ji bo ku li ser Tirkiyê vê derbas bikin divê hinekî erêkirina dewleta Tirk jî yanî tiştên ku dewleta Tirk ji wan dixwaze li gor berjewendiyên xwe, siyaseta wan yan li ser kurdan jî dibêjin erê.  Konsept li ser vê hatiye çêkirin. Di navbera PDK û dewleta Tirk de ev hat nîqaşkirin. Esasên yek jê azadiya kurdan wekî xeyalek lê anî ku çawa di serhildana Agirî de heman tişt gotin `Kurdistana xeyalî li vir bin erd e` îro jî bi heman şêwazî dixwazin li çiyayên Zagros û Zapê bi têkbirina PKK`ê vê bikin.  Ger siyasetek neteweyî, armanca azadiya gel û welat nebe wê demê di xala pêşîn de berjewendiyên malbatî û aborî tên. PDK hevkariya xwe bi dewleta Tirk re tercîh kir.

LI PIŞT VÊ KONSEPTÊ WELATÊN NATO, AMERÎKA, ÎSRAÎL HENE

Tu şerek yan jî konseptek ne tenê aborî an jî siyasî ye. Bi hemû aliyên xwe ve tên hesapkirin û dikeve meriyetê. Di aliyê aborî de jî dixwazin xaza Başûrê Kurdistan li ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re derbasî Ewropa bikin. Para malbata Berzanî jî bidin. Di demên dawî gelek zêde pereyên wan yên di bankên cîhanê de bibû rojev. Gendeliyên wan bi her şêwazê eşkere ye. Armanca wan a siyasî jî dide xuyakirin. Wêne bi vî şêwazî temam dibe, hem aliyê aborî, leşkerî hem jî aliyê siyasî yê pêşerojê. Pêşeroja wan jî li ser îro ava dikin. Ev konsept çiqas li gor wan `serkeftî` be wê pêşeroj jî ji bo wan ewqas bi `serkeftî` be.

We demek dirêj li Qadên Parastinê yên Medyayê rojnamevantî kiriye. Stratejiya van herêman wekî Zap, Avaşîn û Metîna çi ye?

Ev şer ji şerên din hin cûdatir e. Li qadên teng hemû teknolojiya xwe bikar tînin. Dixwazin xwe li wir bi cih bikin piştre jî li derdor belav bibin. Mînak herêmên Zapê û Avaşîn a ku di Zagrosê de cih digrin, ji bo ku bikaribe ji aliyê Bakur û Başûr ve hem jî ji aliyê Qendîlê, Xakûrkê, Xinerê ve kontrola xwe bidin çêkirin van qadan qadên stratejîk in. Êrişên ku 17’ê Nîsanê dan destpêkirin di esas de ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve pêş dikevin. Di sala 2008'an de di êrişên li ser Zapê de ger dewleta Tirk gelekî binket sedem ew bû ku cebha paş a gerîla xurt bû. Her wiha cebha Başûrê Kurdistan ewqas ji dewleta Tirk re nevekirî bû. Ruxmî hemû teknîka pêşketî dewleta Tirk nikarîbû bi ser bikeve. Dewleta Tirk ji wî şerî ders derxistin. Xwestin kêmasiyên wê demê kirin yan jî lingên şerê wan yên kêm mabûn di vê êrişê de temam bikin. Ji ber dizanîbûn ger li ser erdê di aliyê cografî de û piştêvaniya hêzekî herêmî negirin gel wê li beramberî wan rabe, bertek wê çêbibin, her wiha di aliyê leşkerî de jî wê xetek li pêşiya wan bê girtin û nikarin biserbikevin.  Di sala 2008`an de gelê Bamerne û Şeladizê ew xet  bi giştî bi giştî li leşkerên dewleta Tirk girt. Ne hiştin cebheyeke din li dijî gerîla vebikin.

Vê carê ji bo ku bikaribin li gor wan wê kêmasiyê cardin nekin, gerîla lawaz bikin û wê li gelek cebheya bidin şerkirin, ji asîmanî ve bênavber bombebaran kirin,  bi sedan balafirên xwe yên şer û keşfê xistin nav şer. Li sînorê Bakurê Kurdistanê bi topan êriş kirin, li erdê leşkerên xwe kirin tevgerê, PDK'ê ji wan re rê vekir. Lê niha zêdetirî xwe ji Başûrê Kurdistanê êriş dikin û hêzên PDK’ê yên taybet dixin tevgerê. Ger bikarin xetên Kurêjahro, Şîkefta Birîndaran, Mam Reşo, Werxelê û Metîna bi giştî bigrin wê demê wê xwe li wir bi cih bikin û li derdorê xwe êrişên berfireh bikin.

Armanca wan ne girtina Zap û Avaşîn tenê ye . Êrişên wan tenê li wir sînordar namîne. Heger xwe li wir bi cih bikin vê carê jî wê derdorê xwe berfireh bikin. Mînak ger bikaribin Zap û Kurêjahro bigrin wê bikaribin li ser Garê cardin êrişên dagirkeriyê dest pê bikin. Wê bikaribin ji aliyê Avaşîn û Zagrosan ve ber bi Xakûrkê ve qada xwe berfireh bikin. Wê demê wê gelekî bi rihet bikaribin PDK hîn zêdetir têxin nav vê pêvajoyê. Îhtîmale ku PDK'ê hêzên xwe beramberî gerîla têxe tevgerê. Wê demê dikarin Qendîl jî bixin hedef.

GER PLANA WAN BI SER BIKEVE BAŞÛR HEDEFA YEKEM E

Qendîl di aliyê derûnî de hem ji bo kurdan hem jî ji bo dewleta Tirk bandoriyeke xwe heye,  ya din jî qadên gerîla bi giştî tên tengkirin. Niha stratejiyek wiha didin meşandin. Ger ev planên wan pêk bên wê Başûrê Kurdistan bibe hedefa wan a yekemîn. Ji ber ku stratejiya dewleta Tirk a wiha heye; behsa Osmaniya nû dikin, Misaqa Millî dikin. Di nav wê Misaqa Millî de hemû Başûrê Kurdistan heye. Wîlayeta Mûsilê hemû Başûrê Kurdistanê digre nav xwe.

Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî jî derbarê vê de daxuyanî da bû…

Her kes vê dibîne. Êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK`ê ne îro destpê kiriye, bingeha vê gav bi gav hat avêtin. Di bin navê şerê DAIŞ'ê de Başûrê Kurdistan gav bi gav hat dagirkirin. Ji xwe ji salên 90'î ve heya niha barergehên wan hebûn, Başîqa dorpêç kirin, hevkariya xwe bi PDK re xurt kirin, li Kerkûkê hêzên Tirkmen ava kirin, siyasetek vekirî li dijî Şengalê dan meşandin. Di esas de destwerdana Iraqê kirin. Piştî ku Musil ket destê DAIŞ dewleta Tirk hêzên xwe anîn Başîqa. Di bin navê li dijî Haşdî Şabî de hêza bi navê Haşdî Wetanî amade kir. Ji Sunne hêz amadekirin û hinek eşîrên Iraqê jî xistin  nav xwe. PDK'ê alîkarî dan wan û li ser wê esasê dikarîbûn Başîqa mayînde bibin. Pir alî siyaset dan meşandin. Li ser vê amadekariya xwe sala 2021'an xwestin encam bigrin, li Garê, Avaşîn û Zap têk çûn. Îsal xwestin wan têkçûnên xwe telafî bikin, Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin û plansaziya xwe ya 2023`an a demdirêj li ser Başûrê Kurdistanê û perçeyên dîtir pêk bînin. PKK'ê têk biçe wê Başûrê Kurdistan bi giştî têk bibin. 

Pê ve girêdayî endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastiya Gel a Kurdistanê birêz Murat Karayilan jî da bû xuyankirin ku ev şerê dawî ye, yê hebûn û nebûne ye…

Belê, Kurd di vê qonaxê de yan wê xwe biparêzin û azad bibin yan jî bi vê hevkarî û têkiliyên bi dewleta Tirk re ger encam bigrin wê bi qirkirinek gelek mezin re rû bi rû bimînin. Derfetên kurdan gelekî zêde ne ku bikarin dagirkeriyê bişkînin. Ger siyaseta kurdan bi giştî xwedî li berxwedana gerîla derbikeve û hêzên parastinê yên Kurdistanê bi giştî li gel gerîla cih bigrin, herî kêm pêşî li xiyaneta PDK bigrin, dorpêça li Başûrê Kurdistanê ku li ser gerîla êrişan pêk tînin bigrin, wê sedî sed Kurd bi serbikevin. Ger ev nebe û PDK'ê di siyaseta xwe de israr bike û pêşî lê neyê girtin wê demê wê Kurd bi xeteriyek gelek mezin re rû bi rû bimîne. Di vê qonaxê de êdî qedera kurdan tê diyarkirin. Ji ber wê birêz Mûrat Karayilan got `şerê hebûn û nebûnê ye.` Ger Kurd bimîne wê azadiya xwe bidest bixe, ger Kurd nikaribe xwe biparêze wê hebûna xwe têk biçe.

Roja 26`ê Nîsanê, ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve îdiayek hat kirin. Li gorî vê îdiayê; hinek amûrên leşkerî, maske ku ji aliyê YPG'ê ve hatine şandin, li Dihokê hatine girtin. Ev îdia ji aliyê Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ve hat derewandin. Hûn van îdiayan çawa dinirxînin, çima îdiayek wiha hat avêtin?

Maske çûn an jî neçûn mijarek din e. Yan jî alîkarî hat kirin an jî nehat kirin mijarek din e. Ew nûçe çiqas rast e, ne raste mijarek din e. Lê bi vê hişmendiyê tevgerkirin û bipropagandeyek ewqas bêpîvan rastiya PDK'ê tê xuyakirin. Ger gerîla pêwîstiya xwe bi maskeyan bibîne sedemek wê heye.  Li beramberî gazê, jehrbûne û çekên kîmyewî maske amûrekî xweparastinê ye. Bi sedan caran Tevgera Azadiya Kurdistan daxuyanî da, bang kir ku dewleta Tirk li dijî kurdan û gerîlayan çekên kîmyewî bikar tîne, heta dibêje bila komîteyên bêalî werin lêkolîn bike. Dewleta Tirk û PDK’ê jî van qebûl nakin. Heta cîhan van daxuyaniyan nabîne û gelekî nakeve rojeva wan. Mînak di van rojan de behsa komkujiyên bi çekên kimyawî yên ku Beşar Esad di 2013-2014`an de li herêmê pêk aniye dikin. Lê li ser gerîla ev nîqaş nayê kirin. Nabêjin çima pêwîstiya gerîla bi maskeyan çê dibe?  PDK'ê bi vê daxuyaniya xwe eşkere kir ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistan çekên kîmyewî bikar tîne. Ji bo wê pêwîstiya gerîla bi maskeyan heye da ku parasatinê bike.

DAXUYANÎ TÊ WATEYA KU GERÎLA BI KOMKUJIYAN RE RÛ BI RÛ BIHÊLIN

PDK'ê bi vê daxuyaniya xwe eşkere kir ku bi şeklekî vekirî li gel dewleta Tirk e, dijbertiya gerîla dike û şer li dijî gerîla dide meşandin. PDK'ê maske û cebilxaneyên ku ji gerîla re diçin desteser kirin, ev tê wateya ku gerîla bi komkujiyan re rû bi rû bihêle. We rojek bihîstiye gerîla cebilxaneya ji barergehên dewleta Tirk yên li Şeladizê, Bamerne hwd.. çûye  PDK desteser kiriye? Na, PDK'ê desteser nekiriye berovajî wê hêzên xwe yên taybet bi konvoyan dişîne heya ku ew cebilxane li barergehên dewleta Tirk tên bicihkirin. Lê ya ku ji gerîla re diçe desteser dike û bi vê jî pesnê xwe dide. Ev nûçe çiqas rast e an jî nerast e em nizanin. Berdevkê YPG daxuyanî da û got tiştek wiha ji aliyê me ve neçûye.  Şêwazê çêkirina wê nûçeyê jî gelekî balkeş bû. Li gor mejiyê leşkerî hûn herin tiştekî bê wate ye. Tevgerek wekî PKK'ê kesekî ku nas nake li kampa Domîz rûdinê jê re nabejê were.  

Bi êrişên 17'ê  Nîsanê ve girêdayî, gefên dewleta Tirk dîsa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş ketin. Hem wextî wê DAIŞ jî daxuyaniya xurtkirina êrişan da. Bi van daxuyaniyan re êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bûne. Hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin û xeteriyeke çawa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye?

Li Kurdistanê şerê dagirkirin û qirkirinê tê meşandin. Ne mimkûne parçeyekî Kurdistanê ji êrişên li ser perçeyek Kurdistanê yê din bandor nebe. Îro li Başûrê Kurdistanê êrişên gelek mezin pêş dikevin, li vir niha gav bi gav êriş dikin. Sibe ger bikaribin gerîla têk bibin wê Rojavayê Kurdistanê sedî sed bibe armanca dewleta Tirk a dagirker. Wê bikaribin bi giştî destkeftiyên kurdan têk bibin û wan ji vê herêmê derbixin. Êrişa li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî gava yekemîn bû. Gav bi gav dixwazin hebûna kurdan li vir bi dawî bikin. Gelê Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerê niha li dijî gerîla tê meşandin wekî ku ev şer yekser li ser wan tê kirin divê bihesîbînin û li gor wê tevbigerin. Divê siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser, partiyên Kurd, gelê Ereb, Suryan, Ermen bi giştî bizanibin  ku ev êriş, êrişekî li ser wan e. Di aliyê fizîkî de bêhtirî xwe li Başûrê Kurdistanê lingê biçûk heye ku li Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa be, lê sibe ger ku gerîla têk here wê hemû tang, top û balafirên xwe seferber bikin da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rakin.

EV XETERÎ HEMAN DEMÊ LI SER EREBAN E

Binêrin di heman demê de Şengal jî kirin rojevê. Dorpêçkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket rojevê. Gelekî eşkere hat gotin ku MÎT û îstixbarata Sûriyê hevdîtinan pêk tînin, bi hev re konsept pêş dixin. Divê em lingên van êrişan piralî bibînin. Bi taybet siyaseta Kurd mecbûr e vê bibîne yan na wê sibe dereng bimîne.  Ger pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk neyê girtin wê sibe li hemû herêmê bandor bike. Wê dewletên herêmê jî bandor bike ku Malîkî ji bo wê bertek nîşan da. Rastiya osmaniyan û hişmendiya AKP dizanin. Dizanin ku projeya wan esas wekî hêza hegemon li Rojhilata Navîn bi cih kirine. Divê dewletên Ereb jî vê rastiyê bizanibin. Ev xeterî heman demê li ser wan e. Îran jî vê xeteriyê dizane.  Dibe ku dema ev êriş gihaştin radeyekî şûnde bertek nîşan bide. Lê ji bo ku dereng nemîne divê hemû hêzên Rojhilata Navîn ji niha ve bertek nîşan bidin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî divê vê bike. Neke wê sibe bi xeteriyên gelekî mezin re rû bi rû bimîne.

Wekî we jî anî ser ziman ku li Şengalê jî alozî her diçe xurt dibe. Hêzên hikûmeta Iraqê hêzên xwe birine navbera sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê û êriş li ser YBŞ û Asayîşa Şengalê pêk tên. Hedefa hikûmeta Iraqê çi ye?

Lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de perçeyek ji vê konseptê ye. Dibe ku ne Iraq bi giştî lê hikûmeta Kazimî di nav vê de cih digre. Lêkirina vî dîwarî bûye pereçeyek hegemoniya dewleta Tirk li herêmê. Li pişt peymana 9’ê  Cotmehê dewleta Tirk û NY jî hebûn. Nûnertiya NY'yê gelek zêde zext kir ku peyman çê bibe. Esas aliyê navneteweyî yê peymanê jî heye. Armanca dewleta Tirk ne tenê Kurd in û di vê konseptê de piralî tevdigere. Ger ku sibê Şengalê têk bibin wê PDK li wir serewer be û nûnertiya dewleta Tirk li wir bê kirin. Ji ber ku hevkarê hev in. Ji bo ku bikaribin osmaniya nû li vir ava bikin bi PDK’ê re hevkariyê dikin. Li ser erdê wekî feraseta makyavelîst  pêwîstiya wan bi hêzên xwe cihî heye. ENKS jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê xistin nav tevgerê.

LI BAŞÛR PDK'Ê LI ROJAVA ENKS'Ê

ENKS'ê jî lingê PDK’ê û dewleta Tirk e. ENKS'ê ji bo ku di nav civakê de tevlihevî çê bike, bêbawerî li dijî  Rêveberiya Xweser ava bike û li herêmê nakokî derbixe tev digere. Esas ENSK'ê amûrekî şerê taybet e. Bi destê ENKS’ê mejî tê tevlihevkirin, civak tê perçekirin, bi vî şêwazî gelekî bi rehet dikare ji dagirkeriyê re vekirî bê hiştin. Çawa PDK'ê li Kurdistanê nûnertiya dewleta Tirk dike, ENKS'ê jî wekî lingê biçûktirîn li perçeyê Rojavayê Kurdistanê nûnertiyê dike. Rola ENKS lawaz bike ji hundir de hilweşîne ye.

Ne Rojavayê Kurdistanê tenê bi aliyê lêkirina dîwarên li Şengal tê dorpêçkirin. Ji xwe li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dorpêçkirin. Ev du sal zêdetirê PDK'ê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî çêdike û leşkerên xwe lê bi cih kir, her wiha balafirgeh çê kirin. Ev gav bi gav pêk anîn. Ev şer gav bi gav ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tê. 

Gelek daxuyanî li dijî êrişan tên dayîn. Ev daxuyanî çiqas têrê dikin ku pêşî li konseptê bê girtin, dive çi bê kirin?

Dayîna daxuyaniyan û nîşandana bertekan di astekê de girîng in. Lê li gorî karakterên pêvajoyê qonaxa ku em tê de dijîn kêm e, têrê nake û tiştekî xilas nake. Têkoşîn pêwîst e. Tenê aliyên xwe diyar kirin û bertek nîşandan êdî tiştekî xilas nakin. Siyaseta li vê herêmê tê meşandin hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê hîna nikare rastiya vî şerî ji civakê re eşkere bike. Rûxmî wê jî civak her di nav çalakiyan de ye û bertek nîşan dide. Ger siyasetmedar, rewşenbîr, tevgerên civaka sivîl, hunermendên Rojava û Başûrê Kurdistanê bikaribin hîn zêdetir rastiya dewleta Tirk, PDK, hêzên piştevaniya wan dikin eşkere bikin û xeteriya heyî hin zêdetir bidin xuyakirin wê civak qebûl neke, wê dengê xwe hîn zêdetir derbixîne. Mecbûr e ku hêzên bertek nîşan didin her tim di nav liv û tevgerê de bin, bikaribin gelê Rojhilata Navîn di eniyekê de kom bikin. Tenê dayîna daxuyaniyan wê li pêşiya komkujiyên muhtemel negire. Ji bo wê têkoşîn pêwîst e.

ANHA