Xwepêşandanên "Nifşê Z 212" didomin; 3 kes hatin kuştin

Xwepêşandanên Tevgera "Nifşê Z 212" yên bi daxwaza başkirina xizmetguzariyên tenduristî û perwerdê derbasî roja xwe ya 8ˊan bûn. Desthilatên Mexribî ragihand ku di xwepêşandanan de 3 kes hatine kuştin.

Xwepêşandanên "Nifşê Z 212" didomin; 3 kes hatin kuştin
5 cotmeh, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên Tevgera "Nifşê Z 212" yên bi daxwaza başkirina kalîteya perwerdê û tenduristiyê îro derbasî roja xwe ya 8ˊan bûn. Ji bo xwepêşandanan bang li tevahî bajarên Mexribê hat kirin ku dakevin kolanan.

Li gorî AFPˊê, li bajarê Tetwanê bi sedan xwepêşandêran diruşmên "Gel daxwaza têkbirina gendeliyê dike", "Azadî, rûmet, dadmendiya civakî" berz kirin. Hemwextî wê li Dara El Beyda, Rîbat û Axadîr jî xwepêşandêr derketin kolanan.

Desthilatên Mexribê diyar kir ku di hewla serdegirtina navenda polîstan a li gundê Qilêa yê nêzî Axadîr de 3 xwepêşandêr hatin kuştin. Tevgera "Nifşê Z" ya ku zêdetirî 180 hezar endam li ser platforma “Discord” berhev kiriye, diyar kir ku xwepêşandanên wan aştiyane ne û ji xwepêşandêran jî diyar kir ku

Ev xwepêşandan piştî wefatkirina 8 jinên ducanî li nexweşxaneyeke giştî ya li Axadîr ê başûrê Mexribê di nîvê Îlonê de pêk hatibû. Bi wê re girseya gel li hember xizmetên tenduristiyê yên nebaş ên Mexribê derketin.

Tevger xwe weke komeke ciwanên serbixwe nîşan dide û ji bo peywendiyan li ser platforma “Discord”  çalak e. Ji bo xwepêşandanên li tevahî bajarên Mexribê yên bi armanca baştirkirina xizmetguzariyên tenduristî û perwerdê, têkoşîna gendeliyê koordînayê dike.

(fr)