Xwendekarên tenduristiyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Xwendekarên Enstîtuya Tenduristiyê li Hesekê ji bo şermezarkirina sûcên ku ji hêla çeteyên Hikûmeta Demkî ve li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd hatine kirin û bîranîna şehîdên berxwedanê, çalakiyek li dar xistin.

Xwendekarên tenduristiyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
12 ÇILE, 2026   13:58
HESEKÊ

Yekîtiya Xwendekaran a li Hesekê îro li Enstîtuya Tenduristiyê ya li taxa Xwêyran a bajêr bi çalakiyekê komkujî û hovîtiya çeteyên Hikûmeta Demkî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şermezar kir.

Xwendekaran drûşmên şermezarkirina êrişan berz kirin û berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd silav kirin. her wiha piştgiriya xwe bo gelê wan taxan anîn ziman.

Beşdaran her wiha şehîdên berxwedanê yên ku ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirin bi bîr anîn.

Xwepêşandan bi dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" û "Em hemû QSD ne" bi dawî bû.

(k)