Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan

Jinên li kantona Firatê bi meşekê berxwedana Şêxmeqsud û Eşrefiyê silav kir û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên hikumeta demkî şermezar kir.

Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
Li Kobanê jin ji bo Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê daketin qadan
12 ÇILE, 2026   14:06
KOBANÊ

Bi sedan jinên li kantona Firatê ji bo silavkirina berxwedana taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê, meşek bi dirûşma "Bila mirovahî ji bêdengiya xwe bişkîne, na ji kuştina jinan û na ji kuştina zarokan re" li dar xist.

Meşê li qada Jina Azad dest a bajarê Kobanê pê kir. Di meşê de wêneyên Şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî hatin hildan û jinan dirûşmên "Berxwedan jiyan e","Na ji qetilkirina jinan re","Bijî berxwedana Şêxmeqsud û Eşrefiyê" berz kirin.

Meşê li qada Aştî sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Qinê yê rojavayê bajarê Kobanê Sûad El Demir axivî û wiha got: "Em berxwedana Şêxmeqsud û Eşrefiyê bi rêzdarî silav dikin. Di taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê de destên lehengî, qehremanî û şerê gel ê şoreşgerî hatin meşandin."

Sûad El Demir anî ziman ku gelê berxwedêr li hemberî çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya wan a li ser gelê Kurd sekinîn û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Gelê me bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dan meşindin. Em jî berxwedana gelê xwe silav dikin û em ê her tim piştgiriya gelê xwe bikin."

Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e","Bijî berxwedana Şêxmeqsud û Eşrefiyê" bi dawî bû.

(sş/b)

ANHA