Ji bo şehîdan û şermezarkirina êrişan dê 3 meş werin lidarxistin

 Ji bo bîranîna şehîdan û şermezarkirina êrişên li ser taxên Helebê dê sibe li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê meş werin lidarxistin.

Ji bo şehîdan û şermezarkirina êrişan dê 3 meş werin lidarxistin
12 ÇILE, 2026   13:47
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Helebê sibe li bajarên kantona Cizîrê meş tên birêxistinkirin.

Dem û cihên ku meş lê werin destpêkirin, bi vî awayî ne:

QAMIŞLO

Cih: Çerxerêya Osman Sebrî

Demijmêr: 11.30`an

DÊRIK

Cih: Qada Azadî

Dem: 11.00`an

GIRKÊ LEGÊ:

Cih: Qada Şehîd Xebat

Dem: 11.00`an

Li gorî amadekariyan dê bi deh hezaran şêniyên bajar, bajarok û gundewaran tevlî meşan bibin.

(sb)

ANHA