Hêzên hikumeta veguhêz Dêr Hafir bombebaran kir, welatiyek birîndar bû

Careke din komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronekê herêma Dêr Hafirê ya girêdayî kantona Tebqayê bombebaran kir, di encamê de welatiyek birîdnar bû.

Hêzên hikumeta veguhêz Dêr Hafir bombebaran kir, welatiyek birîndar bû
5 cotmeh, 2025   13:51
TEBQA

Nûçegihanên me ji herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gundên Dêr Hafirê bombebaran kirin.

Nûçegihanan ku agahiyên xwe dispêrin fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li eniyên şer aşkera kir ku êriş bi rêya dronekê pêk hat.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de welatiyek li nêzî deriyê Dêr Hafir ê di navbera kantona Tebqa û bajarê Helebê de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Di van demên dawîn de komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz bê car caran êrişan pêk tînin. Herî dawî jî di şevê 20ˊê Îlona 2025ˊan de li dijî sivîlên li gundê Um Tîna komkujiyek pêk anî, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA