Xelîl El Heyê: Me ji DYA û navbeynkaran garantiyên bidawîbûna şer wergirtin

Xelîl El Heyê ragihand ku Hemasê ji Washington û navbeynkaran garantiyên şer bi Îsraîlê re bi dawî bûye, wergirtin.

Xelîl El Heyê: Me ji DYA û navbeynkaran garantiyên bidawîbûna şer wergirtin
9 cotmeh, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Nivîsgeha Siyasî yê Tevgera Hemasê û serokê şandeya danûstandinan Xelîl El Heyê got tevgerê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û aliyên navbeynkar garantî wergirtine ku şerê bi Îsraîlê re bi dawî bû.

El Heyê di kanelek telefîzyonê de got, "Me ji navbeynkar û rêveberiya Amerîkayê garantî wergirtine ku şer bi temamî bi dawî bûye."

(fr)