Tel Avîv: Peymana pevguherîna dîlgirtiyan Merwan Berxûtî nagire nava xwe

Hikumeta Îsraîlê serkirdeyê Tevgera Fetih Merwan Berxûtî ji peymana pevguherîna rehîn û dilgirtiyan a ku di çarçoveya agirbesta li Xezayê de pêk tê, bi dûr xist.

Tel Avîv: Peymana pevguherîna dîlgirtiyan Merwan Berxûtî nagire nava xwe
9 cotmeh, 2025   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka hikumeta Îsraîlê Shosh Bedrosian diyar kir ku pevguherîna rehîn û dîlgirtiyên Filistînî di çarçoveya agirbesta li Şerîda Xezayê de serkirdeyê Tevgera Fetih Merwan Berxûtî nagire nava xwe.

Shosh Bedrosian di civîneke çapemeniyê de bersivda der barê pirsa aqûbeta Berxûtî de da û got, "Di vê qonaxê de ev nakeve beşek ji vê peguhertinê."

(fr)