Îranê agirbesta di nava Hemas û Îsraîlê de pêşwazî kir

Îranê peymana agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de pêşwazî kir û diyar kir ku ev gaveke ber bi bidawîbûna şerê li Xezayê ve ye.

Îranê agirbesta di nava Hemas û Îsraîlê de pêşwazî kir
9 cotmeh, 2025   18:00
NAVENA NÛÇEYAN

Îranê îro peymana agirbestê ya li Şerîda Xezayê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de pêşwazî kir.

Wezareta Karên Derve yê Îranê bi daxuyaniyekê de ragihand ku Îranê her tim piştgirî dide her gavek an jî înîsiyatîfekê ji bo rawestandina şer, vekişîna hêzên Îsraîlê, derbasbûna alîkariyên mirovî, berdana dîlgirtiyên Filistînê û pêkanîna mafên rewa yên gelê Filistînê.

(fr)