Wezîrê karên derve yê Îranê li Umanê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Eraqçî ji bo tura nû ya muzakereyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ku bi bernameya nukleerê ya Îranê re têkildar in, duh gihaşt paytexta Umanê Maskatê.

Wezîrê karên derve yê Îranê li Umanê ye
6 sibat, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê, Eraqçî dê li Maskatê bi nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê DYA’yê Steve Witkoff re bicive. Hevdîtin piştî tengasiya ku bi mehan di navbera her du dewletan dom kir, pêk hat.

Eraqçî beriya hevdîtinê li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê, daxuyanî da û banga “rêzdariyê” kir û got: “Wekhevî, rêzdayîna hev û berjewendiyên hevpar gotinên vala nîn in; ev bingeh û şert û mercên peymaneke mayînde ne.”