Dan û standinên DYA û Îranê rojeva ronameyên erebî bûn

Dan û standinên DYA û Îranê yên li Maskatê rastî nakokiyên desthilatdariyê yên herêmî tên ku Iraq bûye qadeke pir bibandor a van nakokiyan.

Dan û standinên DYA û Îranê rojeva ronameyên erebî bûn
6 sibat, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, li ser aloziyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) û Îranê de û tevliheviyên rewşa siyasî ya Iraqê û krîza avakirina hikumeta nû nivîsîn.

‘DYA Û ÎRAN... VEGERA DAN Û STANDINAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat behsa ji nû ve destpêkirina dan û standinên Îran û DYA`yê yênn li Maskatê kir û destnîşan kir ku ew dan û standin di demeke hesas de pêk tên ku li Îranê aloziyeke navxweyî ya mezin hebû, her wiha tirseke mezin a şerekî DYA`yê li dijî Îranê hebû.

Rojnameyê diyar kir ku Washington û Tehran hewl didin rawestandina berê ya dan û standinan tenê wek "bêhnvedanekê" nîşan bidin. Bi taybet ku serokê DYA`yê Donald Trump daxuyaniyên geşbîn dan, her wiha medyaya Îranê jî geşbîn e.

‘3 DOSYAYÊN DAN Û STANDINAN: DESTHILATDARIYA HERÊMÎ, MOŞEK Û ÇEKÊN NUKLEERÎ’

Rojnameya El Modon diyar kir ku dan û standinên Îran û DYA’yê vê carê "bi planeke nû” dest pê dikin, wekî gaveke yekem piştî şerê Hezîranê. Armanca van dan û standinan vekirina qonaxeke nû ya têkiliya di navbera her du welatan û hevsengiya hêzê ya herêmî de ye.

Rojnameyê diyar kir ku dosyaya nukleerî, moşekên balîstîk û desthilatdariya herêmî li ser maseyê ne.

‘IRAQ BEDELA ALOZIYA DYA Û ÎRANÊ DIDE’

Rojnameya El Xelîc nivîsî ku ku krîza avakirina hikumeta nû li Iraqê veguheriye qada pevçûnê ya rasterast a di navbera DYA û Îranê de.

Rojnameyê diyar kir ku nepejirandina DYA`yê ya namzetiya Nûrî Malîkî ji bo serokwezîriya Iraqê, nîşan dide ku Washington bi biryar e ku bandora Îranê li Iraqê kêm bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku van zextan şertên destûrî tevlihev kirine û hilbijartina serokkomar têk biriye. Di hundirê Iraqê de jî nakokiyên navxweyî kûr bûne, li ser mijara hevsengiya di navbera  têkiliyên Îranê û şertên DYA`yê de.

(k)