NY: Di Çileyê de 700 Filistînî li Şerîaya Rojava hatine koçberkirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku êrişên niştecihên Îsraîlî li Şerîaya Rojava di meha Çileyê de bûne sedema koçberbûna nêzîkî 694 Filistîniyan.

NY: Di Çileyê de 700 Filistînî li Şerîaya Rojava hatine koçberkirin
6 sibat, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Ofîsa NY`ê ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), li ser daneyên ku ji hêla çend ajansên navneteweyî ve hatine berhevkirin, meha borî herî kêm 694 Filistînî bi zorê ji malên xwe hatine koçberkirin.

Ofîsa Mafên Mirovan a NY`ê ragihand ku heta dawiya Çileyê, tundiya niştecihan bûye sedema sereke ya koçberiya bi zorê li Şerîaya Rojava.

Filistîniyên li Şerîaya Rojava, her wiha ji hêla artêşê ve têne koçberkirin, bi taybet dema ku artêşa Îsraîlê avahî û malên wan hildiweşîne, bi îdiaya ku ew mal bê destûr hatine çêkirin.

Li gorî OCHA`yê, di meha Çileyê de 182 Filistînî ji ber hilweşandina malan ji cih û warên xwe hatine derxistin.

(k)