Wezîrê Derve yê Misrê bi hevpîşeyê xwe yê Sûriyeyê re axivî

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şîbanî ragihand ku hevpîşeyê wî yê Misrê Bedir Ebid El Atî pê re axivî.

Wezîrê Derve yê Misrê bi hevpîşeyê xwe yê Sûriyeyê re axivî
31 kanûn, 2024   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şîbanî li ser rûpela xwe ya "X'ê" kêfxweşiya xwe bi peywendiya wezîrê Karên Derve yê Misrê anî ziman.

El Şîbanî diyar kir ku wezîrê Karên Derve yê Misrê di peywendiya xwe de girîngî da rola her du welatan di pêkanîna îstîqrar û geşbûna herêmê de.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê, piştî ketina rejîma Esed, diyar kiribû ku pêwist e pêvajoya guhartinê ya li Sûriyeyê aştiyane be û hemû alî di vê pêvajoya guhartinê de beşdar bin.

Girêdayî wê, Wezareta Karên Derve ya Misrê di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê ev pêvajoya siyasî piştgiriyê bide yekitî û îstîqrara Sûriyeyê gelê wê bi hemû pêkhateyên xwe û li gorî biryara 2254ˋan be.

(mh/fr)