Barzanî banga diyalogê li aliyan kir

Piştî vekişîna YNK’ê ji hikûmeta demborî ya Herêmê û gefa du îdareyiya Herêmê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxwaz ji YNK’ê kir ku li gel PDK’ê rûne, pirsgirêkan çareser bike û dawî li qeyranên siyasî yên Herêmê bînin.

Barzanî banga diyalogê li aliyan kir
9 mijdar, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser navê Baregeha Barzanî, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxuyaniyek li ser qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê belav kir û daxwazek pêşkêşî YNK’ê kir.

Di daxuyaniyê de Barzanî daxwaz ji YNK’ê dike ku li gel PDK’ê rûne, pirsgirêkan çareser bikin û dawî li qeyranên siyasî yên Herêma Kurdistanê bînin.

Her wiha Barzanî bang li aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî dike ku tevlî pêngavên ji bo pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê bibin. Barzanî daxwaz ji hemû aliyên siyasî dike ku bihevre hikûmetek bingeh fireh û neteweyî ava bikin, bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê bidin.

Ev di demek de ye ku du sal zêdetirin hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhatiye, lê ji ber berjewendiyên hizbî û dabeşkirina postan, heta niha kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Di rojên borî de PDK bêy ku pirsa xwe bi aliyên din ên siyasî bike, civîna parlamentoyê bi tevilbûna 52 parlementeran lidarxist û desteya serokatiya parlamentoyê hilbijart.

Di beramber de encûmena serkirdayetiya YNK’ê civiya û piştre Serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek bi dîmen belavkir û vekişîna YNK’ê ya ji hikûmeta demborî ya Herêmê ragihand. Talebanî ragihand ku ew itraf bi civîna parlamentoyê nakin û diyar kir ger PDK li Hewlêrê serokê Herêmê û serokwezîr diyar bike, ewê jî li Silêmaniyê heman postan diyar bikin.