‘Ji bo zimanê kurdî divê têkoşîna siyasî were xurtkirin‘

Endamê Meclisa PYD‘ê ya bajarê Dirbêsiyê Siûd Miêş û endamê Yekitiya Rewşenbîran Ekrem Derwîş diyar kir ku divê pitgiriya mafê xwendekaran a perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin û têkoşîna siyasî were xurtkirin.

 ‘Ji bo zimanê kurdî divê têkoşîna siyasî were xurtkirin‘
9 mijdar, 2026   07:34
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Endamê Meclisa PYD‘ê ya bajarê Dirbêsiyê Siûd Miêş û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Ekrem Derwîş têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan de ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Siûdî Miêş biryara sînordarkirina perwerdeya bi kurdî di hefteyekê 3 saetan tenê de red kir û anî ziman ku mafê her pêkhateyekî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibe.

Miêş destnîşan kir ku zimanê  kurdî gelekî dewlmend e, nabe hebûna wê were înkarkirin û got, xwendekar dema ku bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin hîn zêdetir serkeftî ne.

 Siûd Miêş bi bîr xist ku zimanê kurdî di nava 14 salan de zimanekî bingehîn bû û ev li gotinên xwe zêde kir: "Sînordkirina perwerdeya bi kurdî li dijî pergala Rêveberiya Xweser e ku di bin banê wê de her pêkhateyek bi zimanê xwe hîn dibû. Di sîstema Rêveberiya Xweser de xwendekarên Kurd fêrî zimanê erebî jî dibûn û yên Ereb fêrî zimanê kurdî dibûn. Armanc ew bû ku xwendekar fêrî her du zimanan bibin û sîstemeke demokratîk û adilane pêk were. "

Miêş destnîşan kir ku li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê zimanê kurdî nabe zimanê fermî yê Sûriyeyê, lê kirine zimanekî bijarde. Her wiha îşaret pê kir ku divê piştgiriya daxwazên xwendekaran û mafên wan ên perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin.

Bi armanca ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî, Siûd Miêş girîngiya têkoşîna siyasî vegot û got, divê desthilata heyî siyaseta xwe biguherîne, demokratîkbûnê esas bigire û mafên Kurdan nas bike.

Siûdî Miêş bal kişand ser pirrengiya civakî ya li Sûriyeyê û got, di serî de mafên azadî û perwerdeya bi zimanê dayikê, divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, werin mîsogerkirin û parastin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Dirbêsiyê Ekrem Derwîş jî diyar kir ku ziman stûneke bingehîn a nasnameya gelan e û mafê her pêkhateyekê ye ku bi zimanê xwe yên dayikê fêr bibe.

Derwîş destnîşan kir ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê nayê wateya redkirina zimanên din û got, wan bi zimanê erebî xwendin, lê bikaranîna zimanê dayikê azadiyê dide mirovan ku bi awayekî rihetir xwe îfade bike.

Derwîş di nava axaftina xwe de da zanîn ku pergalên desthilatdar ên ku dixwazin civakan biçewisînin û nasnameyên wan ji holê rakin, destpêkê zimanê wan dikin armanc.

Ekrem Derwîş da zanîn ku xwendekarên Kurd dibe ku di xwendina bi erebî de zehmetiyan bikişînin, lê bi zimanê xwe yê dayikê bêtir fêm dikin û îfade dikin.

Derwîş di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku xwendekaran ji zêdetirî 10 salan ve bi zimanê xwe yê dayikê hîn bûn, Ereb bi erebî û Kurd bi kurdî xwendin û hêvî kir ku mafê xwendina bi zimanê dayikê yê her pêkhateyekê were mîsogerkirin.

Ekrem Derwîş bang li civakê kir ku ji fitneyan hişyar bikin û bi çalakiyên siyasî û aştiyane daxwazên xwe ragihînin. Her wiha bang li partiyên kurdî kir ku rola xwe di vî warê de pêk bînin.

(np)

ANHA