Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Derayê û xaleke kontrolê li gundewarên Quneytrayê danî

Hêzên Îsraîlê bi wesayîtên zirxî li gundewarên Derayê geriyan û li Quneytrayê xaleke kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Derayê û xaleke kontrolê li gundewarên Quneytrayê danî
9 mijdar, 2026   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku karwanekî leşkerî yê Îsraîlê ku ji 5 wesayîtên zirxî pêk tê, ji baregeha El Cezîrê ya nêzîkî gundê Meariye yê li rojavayê Derayê ket herêmê û niha li derdora bajarokên Ebdîn, Cemle, El Masritiye û gundê Seyde El Cewlan dewriyeyê digirîne.

Hêzên Îsraîlê her wiha li gundê Ruweyhîna yê Quneytrayê xaleke kontrolê danî û şênî û wesayitan radiwestînin û lêgerînê dikin.

(k)

ANHA