ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 – 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 – 1 – 2025
1 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jiyana hevbeş, aştî, azadî û rûmeta gelên Rojhilata Navîn de rêya çareserkirina pirsgirêkên herêmê ne.

Şervanên ku li eniya Tişrînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek dîrokî dimeşînin, diyar kirin ku di sala 2025’an jî em ê hemû êrişan vala derxînin û gotin; “Serkeftin a me ye.”

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku sûriyeyî dikarin xwe bi xwe pirsgirêkên xwe dûrî destwerdanên derve, çareser bikin.

Şervanên li eniya Kobanê anîn ziman ku şervanan Kobanê di 2014`an de ji çeteyên DAIŞ`ê parast û bi saya berxwedana şervanan Kobanê mohra xwe li dîrokê xist.

Piştî hilweşandina rejîma Beşar El Esed Sûriye rûbirûyî aloziyên hundirîn û derve ye ku li ser yekitî û serdestiya wê xetere ye. Dema ku hêzên neteweyî hewl didin bi hev re nîşaneyên Sûriyeya nû çêkin, dewleta Tirk bi rêya êrişên leşkerî û destwerdanên aborî û tevgerên siyasî hewl dide rewşa nû ya li ser Sûriyeyê kontrol bike.

Ev 7 sal e Dirbêsiyê FM rastiyê vediguhêze û piştigirya bindestan dike. Dirbêsiyê FM di xebatên xwe de xwe dispêre bingehên ragihandina azad, avakirina civakeke polîtîka-exlaqî, azadiyê jinê û parastina ekolojiyê.

Qirkirina elewiyan a li Sûriyeyê bê navber dewam dike. Roj bi roj rewş xirabtir dibe. Her kes îşkenceyên dermirovî û înfazên bi aşkerayî têne kirin, dibîne û lê temaşe dike. Tu nîşaneyek jî nîn e bê ka ev hovîtiya qirkirinê dê kengê bisekine. Tişta ecêb jî; tu kes bertekekê nade. Wek berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî, tu hêzeke li ber vê radibe jî nîn e. Her kes ketiye derdê bi çeteyên HTŞ'ê re li hev bike, ji xwe re prîmê çêke, pê re kar bike, sûdê jê wergire û têkiliyên dostane pê re çêke.

Xelkê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd  Aras Hemo li Goristana Şehîd Îsmaîl defin dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN