Carek din êrişî Kormorê hate kirin

Duh bi şev bi droneyan êrişî ser qada gazê ya Kormorê hate kirin û ziyanek mezin berket. Hilberîn û hinardekirina gazê ya li qadê rawestiya.

Carek din êrişî Kormorê hate kirin
9 mijdar, 2026   08:12
NAVENDA  NÛÇEYAN

Carek din duh bi şev bi droneyan êrişî ser qada gazê ya Kormor a li sînorê bajarokê Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.

Nuçegihanê me ragihand ku di encama êrişê de ziyanek mezin gihiştiye bîrê û hilberandin û hinardekirina gazê rawestaye.

Gorî heman agahiyên berdest, di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne, beşa LPG’ê hatiye hedef girtin.

Her wiha piştî êrişê li beşek navçeyên Herêma Kurdistanê elektrîk qût bû. Piştî wê Wezareta Elektrîkê ya Herêmê ragihand ku ji ber êrişê 2800 mgW elektrîk kêm bibe.