Xwendekarên Girkê û Rimêlanê îro jî li qadan bûn

Li bajarên Girkê Legê û Rimêlanê xwendekar ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û fermîkirina zimanê kurdî di destûrê de xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêran piştgiriya xwe bi xwendekarên Hesekê re anîn ziman.

Xwendekarên Girkê û Rimêlanê îro jî li qadan bûn
Xwendekarên Girkê û Rimêlanê îro jî li qadan bûn
Xwendekarên Girkê û Rimêlanê îro jî li qadan bûn
5 mijdar, 2026   18:46
QAMIŞLO

Xwepêşandanên xwendekaran ên bi daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîkirina ziman di destûrê de dewam dikin.

Li bajarên Girkê Legê û Rimêlanê xwendekarên hemû astan îro jî daketin qadan û daxwazên xwe dubare kirin.

Xwendekaran ku li qadên bajêr geriyan, dirûşmên wekî "Zimanê me kurdî ye, perwerdeya bi kurdî mafê me ye" berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Zimanê kurdî dengê gelê me ye û gelê me nayê bêdengkirin", "Zimanê me zimanê lehengî, azadî û berxwedanê ye" û "Em silavên xwe ji şagirtên Hesekê re dişînin" vekirin.

Xwendekarên peyamên girêdana bi mafê xwe yê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê û piştgiriya xwendekarên Hesekê dan. Di heman demê de banga fermîkirina kurdî di destûrê de û di hemû astên perwerdeyê de kirin.

(bb)