ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-11-2026
9 mijdar, 2026   02:00

Lêkolîner û pisporê aborî Celal El Kîlanî destnîşan kir ku pirsgirêka aborî ya li Sûriyeyê ne tenê ji ber faktorekî ye, lê encamê siyasetên aborî yên dijwar ku komî ser hev bûne û nebûna binesaziya darayî ye.

Nexweşxaneya Mirad ku di demên dawîn de li Tirbespiyê hatiye avakirin lêçûna nexweşan a çûna nexweşxaneyên bajarên Dêrik û Qamişloyê radike û alîkariya pêşkêşî malbatên şehîdan û xizanan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa PYD‘ê ya bajarê Dirbêsiyê Siûd Miêş û endamê Yekitiya Rewşenbîran Ekrem Derwîş diyar kir ku divê pitgiriya mafê xwendekaran a perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin û têkoşîna siyasî were xurtkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)