Washington li dijî biryara agirbestê li Xezayê veto bi kar anî

DYA`yê careke din biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ji bo agirbesta li Xezayê, bi vetoyê asteng kir. Meclisê destnîşan kir ku divê li gorî biryarê dîlgirtiyên li cem Hemasê bê şert serbest bê berdan.

Washington li dijî biryara agirbestê li Xezayê veto bi kar anî
18 îlon, 2025   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî projeya biryara agirbestê li Xezayê bê şert veto bi kar anî. 14 endamên meclisê piştgiriya biryarê kir. 

Li gorî projeyê, divê agirbest bê şert li Xezayê pêk were. Tevahî alî rêzê jê re digirin. Divê dîlgirtiyên li cem Hemasê bê şert yekser serbest bên berdan.

Nûnerê Amerîka ya NY`yê Morgan Ortagus beriya dengdanê got: “DYA vê biryarê red dike, nayê qebûlkkirin. Dem hatiye ku Hemas tevahî dîlgirtiyan yekser û bê şert serbest berde. DYA dê xebatên xwe bi hevkaran re bidomîne ta ku ev aloziya hovane, bi dawî bibe.”

(şx)