Nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de û zexta li ser Îranê sernavên rojnameyan bû

Nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser rêveberina petrolê zêde bû, her wiha zexta DYA li ser Îranê jî zêde dibe.

Nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de û zexta li ser Îranê sernavên rojnameyan bû
27 mijdar, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro pêşketinên di têkiliya di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, bandorên cezayên DYA`ê li ser Îranê û pêşketinên siyasî li Tirkiyeyê nirxandin.

"MIROVEKÊ SURPRÎZAN Û CERIBANDINEK JI BO TÊKILIYA DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ DE"

Rojnameya "Asas Media" bal kişand ser biryarên hikûmeta Iraqê yên ji bo ferzkirina rêveberiya xwe li ser derbasgehên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, girtina deriyên sîrnor ên nefermî û sînordarkirina desthilatên hinardekirina petrolê ji bo Wezareta Petrolê ya federal.

Rojnameyê diyar kir ku ev gav di demekê de ku nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de dibe ku wan ber bi yekkirina helwesta xwe ya ji bo parastina desthilatên herêmê ve bibin.

"ÊRÎŞA ÎRANÊ JI BO ŞIKANDINA DORPÊÇÊ"

 Rojnameya El Şerq El Ewset bandora ambargoya petrol û aborî ya DYA`ê li ser Îranê nîqaş kir û diyar kir ku zextên zêde dikarin Tehranê ber bi hewldana şikandina wê ve bibin, ku dibe bibe sedema aloziya herêmî an jî rûbirûbûnek rasterast bi Washingtonê re.

Rojnameyê krîzê bi nakokiya li ser bernameya nukleerî ve girêda û destnîşan kir ku kapasîteya hinardekirina petrolê ya Îranê ya kêm dibe û berdewamiya danûstandinan di rewşeke aloz de ye, ji ber ku her du alî jî di helwestên xwe yên li ser mijara nukleerî de asê mane.

"HILBIJARTINÊN PÊŞTIR RÊ LI BER DEMEKE NÛ JI BO ERDOGAN VEDIKIN"

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser îhtîmala pêşvebirina hilbijartinên Tirkiyeyê yên ku ji bo 2028`an hatine plankirin, ku dê bihêle Serok Recep Tayyip Erdogan ji bo demek din jî bibe namzet.

Rojnameyê bal kişand li ser lihevkirinek di nav koalîsyona desthilatdar de ji bo ji nû ve namzedkirina wî û îhtîmala bikaranîna madeya 116`an a destûrê, ku destûrê dide ji nû ve hilbijartin di dema duyemîn a serokatiyê de. Ev ê deriyê namzediyeke nû veke, bi şertê ku 360 endamên parlementoyê erê bikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev rê bi pirsgirêkên têkildarî nebûna piraniya pêwîst ji aliyê hevpeymaniya desthilatdar ve û her wiha nerazîbûnên opozisyonê û nebûna biryareke dawî ya hikûmetê derbarê pêşvebirina roja hilbijartinê de re rû bi rû ye.

(k)

ANHA