Pakistan, Erebistana Siûdî û Tirkiye sibê dicivin

Ji bo nîqaşkirina lihevkirina parastina hevbeş a ku li Mekeyê hatibû îmzekirin, li Îslamabadê di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de civînek tê lidarxistin.

Pakistan, Erebistana Siûdî û Tirkiye sibê dicivin
26 mijdar, 2026   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

2 çavkaniyên ji Pakistanê ji Reutersê re diyar kir ku Pakistan, Erebistana Siûdî û Tirkiye der barê lihevkirina parastina hevbeş a di navbera her sê welatan de (Peymana Mekeyê) sibê li Îslamabadê ya paytexta Pakistanê dê civînekê li dar bixin.

Çavkaniyan ji Reutersê re da zanîn ku wezîrê karên derve yê Siûdiyê û yê Tirkiyeyê ji bo beşdarî civînê bibin dê biçin Pakistanê û civîn dê rojên Înê û Şemiyê (27-28 Mijdar) bê lidarxistin.

Her sê dewlet di demekê de ku metirsiyên têkildarî şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê zêde bûbûn, di Tebaxê de li Mekeyê lihevkirina parastina hevbeş anku Peymana Mekeyê îmze kiribû.

(sb)