Artêşa Îsraîlê moşekek ji Yemehê hatiye avêtin xist xwarê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku berevaniya hewayî moşekek ji Yemenê hatibû avêtin xist xwarê. Girêdayî wê polîsên Îsraîlê diyarin kir ku balafireke bêmirov li bajarê Eilatê ket xwarê.

Artêşa Îsraîlê moşekek ji Yemehê hatiye avêtin xist xwarê
18 îlon, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên berevaniya hewayî moşekek ji hatiye avêtin, xist xwarê. 

Girêdayî wê, polîsên Îsraîlê diyar kir ku balafireke bêmirov li bajarê Eilatê ket xwarê.

Artêşê di daxuyaniyeke xwe de got: “Pergala hewayê, moşekek ji Yemenê hatiye avêtin, xist xwarê. Di encamê de siren li gelek deverên welêt xebitî.”

Polîsên Îsraîlê jî ragihndibûn ku endamên wê “cihê balafira bêmirov ketiye, tesbît kirin”. Dezgehên çapemeniyê yên xwecih jî, wêneyên ketina balafirê parve kirin.

(mh/şx)