Li taxa Wurûd a Şamê metirsiya koçberkirinê

Li taxa Wurûd a Şamê dest bi serjimariyê hat kirin, ev gav wekî gavekr bitirs hat binavkirin. Hemextî wê hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li taxê hatin bicihkirin. Li hemberî vê tevgerê metirsiya koçberkirinê û dubarekirina senaryoya taxa Someriyê ya Elewînişîn, zêde bû.

Li taxa Wurûd a Şamê metirsiya koçberkirinê
18 îlon, 2025   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li taxa Wurûd a Şamê ya ku piraniya niştecihên wê Elewî ne dest bi serjmariyê hat kirin. SOHR'ê diyar kir ku li hemberî bidestxistina belgeyên fermî yên serjimariyê pere nêzî 3 hezar lîreyên Sûriyeyî hatin xwestin.

Hat zanîn ku hemwextî wê hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li taxê hatin bicihkirin û wan jî rêbendên xwe yên kontrolê danîn û astengî ji welatiyan derxistin.

SOHR'ê diyar kir ku ji bo berpirsê koçberkirina şêniyên taxa Someriyê "Ebû Huzeyfa" nivîsgehek di hundirê taxa Wurûd de hat vekirin. Ev jî bû sedema metirsiya dubardkirina heman kiryarên li taxa Someriyê û koçberkirina malbatên Elewî.

(mh)