Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne

Kalê bi navê Ehmed Xidir El Elo û hevjîna wî piştî salan ji koçberiyê vegeriyan gundê Til El Werid ê Zirganê, lê dîtin ku mala wan û malên zarokên wan bûne kavil. Tevî nebûna xizmetguzariyê û hebûna mayînan jî, ew bi hêviya ji nû ve avakirina gundê xwe yê wêrankirî ve girêdayî ne.

Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
Vegeriyane gundê xwe lê xanî wêran bûne
11 gulan, 2026   04:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî rojek dirêj a xebatê di nav mala wêrankirî de, Ehmed Xidir El Elo bi hevjîna xwe re li gundê Til El Werid ê başûrê Zirganê li ber odeyek nû ya ji kerpîçên heriyê çêkiriye rûniştin, bi bêdengiya giran li wêraniya li derdora xwe dinêrin.

Dîmena li ber çavên wan dijwar e, li ku derê dinêrin, tenê kavilên malên wêrankirî dibînin, di nav de mala wî û yên zarokên wî jî hene. Niha, ji ber wêrankirinê ew mal bûne kavil û toz, şahidên bêdengiyên salên windabûn, koçberî û êşê ne.

VEGERA BO KAVILAN PIŞTÎ SALÊN KOÇBERIYÊ

Ehmed Xidir El Elo rewş wiha aşkera kir: "Ji destpêka Remezanê ve, em vegeriyan gundê xwe. Me dît ku ew bi tevahî wêran bûye. Xaniyek jî tune ku mirov lê bijî. Mala min jî wêran bûye. 7 sal e, em di navbera koçberî û trajediyê de li kampa Serêkaniyê ya Hesekê dijîn. "

El Elo wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî vegeriyam, min 2 ode çêkirin; yek ji heriyê û ya din jî ji çîmentoyê. Ji ber ku xaniyê min û xaniyên kurên min ji ber zirara mezin ne guncawî jiyanê ne. Zeviyên me yên çandiniyê jî li pişt benda axê ne û em ji ber hebûna mayînan nikarin bigihîjin wan ."

XIZMETÊN BINGEHÎN LI GUND TUNE NE

El Elo rewşa gund wiha rave kir: "Gund bê xizmetên bingehîn ên wekî elektrîk, av û nan e. Ji ber vê yekê, şênî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane xwe dispêrin sistemên enerjiya rojê û tankên avê."

VEGERA ŞÊNIYAN KÊM E

El Elo wiha dewam kir: "Gund mezin e û ji 300 xaniyan zêdetir lê hene, lê tenê 8 malbat vegeriyane. Koçberên ku em bi wan re têkilî dikin jî hemû dixwazin vegerin û dibêjin ku ew ê li ser kavilan konan deynin heta ku malên wan ên wêrankirî ji nû ve werin avakirin. "

BANGEK MIROVÎ

Ehmed El Elo rewşa li gund wekî "ji xeyalê wêdetir trajîk e" bi nav dike û balê dikişîne ser asta êşa ku şênî dikişînin. El Elo banga alîkariyê, peydakirina xizmetên bingehîn û rakirina mayîn û teqemeniyan li erdên çandiniyê û di navbera gundan de belav bûne kir, da ku ew karibin bi ewle gund ava bikin.

(k)

ANHA