Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî hewldanên hikumeta demkî dan

Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî hewldanên hikumeta demkî yên rakirina nivîsên kurdî dan û gotin, Sûriye ya hemû pêkhateyan e, divê mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî mafên Kurdan werin parastin.

Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî hewldanên hikumeta demkî dan
11 gulan, 2026   06:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê der barê hewldanên erebîkirina navên bajar, bajarok, dibistan û şaredariyan de nêrînên xwe ji ajasa me re anîn ziman. 

`HEMÛ PÊKHATE YEK IN`

Emina Filêc anî ziman ku ew ê nehêlin nivîsên bi Kurdî werin rakirin û wiha got: "Em navê Komara Erebiyê Sûriyeyê qebûl nakin. Em Komara Sûriyeyê qebûl dikin. Em hemû pêkhate yek in û tu cudahî di navbera me de tune ye. Ji ber ku Sûriye, Sûriyeya hemû pêkhateyan e û divê mafê hemû pêkhateyan, bi taybetî mafên Kurdan werin  tê de hebin."

'KOBANÊ WÊ HER BIMÎNE KOBANÊ`

Şêniya bi navê Hedle Muslim jî diyar kir ku ew ne li dijî entegrasyonê ne, lê bila mafên Kurdan jî bin pê nekin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Navê Kobanê, Kobanê ye û wê her Kobanê bimîne. Ev der Kobanê ye, warê leheng û qehremanan e û wê her bajarê berxwedanê bimîne. Em ji destpêka Kobanê ava bûye ve û heta roja îro ji bo bajarê xwe û zimanê xwe tê dikoşin û em ê bi zimanê xwe bijîn."

`KIRYARÊN WIHA NAYÊN QEBÛLKIRIN`

Hêvîn Îsmaîl jî hewldanên hikumeta demkî yên rakirina nivîsên kurdî li ser tebeleyên dibistan, bajar û şaredariyan û hewldanên erebîkirina hin navan şermezar kir û got: "Kiryarên wisa cihê şermezarkirinê ye. Em tu carî tiştekî wiha qebûl nakin. Em ê her ji bo zimanê xwe di nava têkoşînê de bin û asta zimanê xwe xurtir bikin."

`EM KURDIN Û EM Ê BI KURDITIYA XWE JIYAN BIKIN`

Dilxwaz Necîb jî destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve Kurd bi nasname û zimanê xwe yê Kurdî  dijî û der barê hewldanên hikumeta demkî de jî ev tişt anî ziman: "Hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî eynî sîstema Baasê dike. Dixwaze mafên Kurdan tune bin û Kurd nikarin bi zimanê xwe deng bikin. Dixwaze navên Kurdî ji holê rake. Em vê yekê qebûl nakin. Em Kurd in û em ê heta dawiyê bi Kurdîtiya xwe bijîn."

`YÊN ZIMANÊ ME QEBÛL NEKIN EM JÎ WAN QEBÛL NAKIN`

Şêx Ehmed Hemo jî da zanîn ku hikumeta demkî dixwaze Kurdan wekî berê bê ziman û nasname bihêle û got: "Koka Kurdan mezin e, tu kes nikare wan tune bike. Em Kurd in û em ê her tim bi zimanê xwe û nasnameya xwe bijîn. Hikumeta Sûriyeyê me qebûl dike, em jî wî qebûl dikin, ger ew me û zimanê me qebûl neke, em jî wî qebûl nakin. Em Kurd in û em ê her bimînin Kurd û sebilind bin."

(bb)

ANHA