Kampanyaya piştgiriya YPJ’ê berfireh dibe

Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer diyar kir ku çalakiyên kampanyaya piştgiriya ji bo YPJ’ê bidomin û dê 30’ê Gulanê de li Ewropa û Rojava bi hemwextî meşên mezin bên lidarxistin.

Kampanyaya piştgiriya YPJ’ê berfireh dibe
11 gulan, 2026   07:30
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên me ji Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer girtine dê çalakiyên kampanyaya piştgiriya ji bo YPJ’ê bidomin û dê 30’ê Gulanê de li Ewropa û Rojava bi hemwextî meşên mezin bên lidarxistin. 

26’ê Nîsanê (2026) Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û beşdariya wê di wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kampanyeke da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyên weke meş, semîner û bernameyên diyalogê hatin lidarxistin û çalakî berdewam in. Li kêleka wê gelek kesayetên jin û saziyên jinan ên li Rojhilata Navîn û Cîhanê piştgirî dan kampanyayê.

Endama Meclîsa Jinan  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer li ser kampanyayê agahî dan ajansa me.

Li gorî agahiyên ku Emîna Omer dane me kampanya sê aliyan dimeşe, aliyê hundirîn, Rojhilata Navîn û Cîhanê. Li kolanan alên YPJ’ê û wêneyên şehîdên YPJ’ê hatin daliqandin. Li tevahî Rojavayê Kurdistanê meş, panelên hiqûqî, çand û huner, rewşenbîrî, diyalogî hatine lidarxistin û hîna berdewam dikin. Spot tên çêkirin û parvekirin.

Li ser asta Rojhilata Navîn jî gelek ji welatên weke Sûdan, Somalî, Filistîn, Libnan, Iraq, Yemen nameyên piştgiriya YPJ’ê hatine şandin.

DÊ LI EWROPAYÊ MEŞEK MEZIN BÊ LIDARXISTIN

Li ser asta Cîhanê jî çalakî tên meşandin, jin helwestên xwe nîşan didin, civîn tên çêkirin û her wiha Haştag tên çêkirin. Dê 30’ê Gulanê de li ser asta Ewropa meşeke mezin bê lidarxistin. Dê di meşê de peyamên ku “YPJ ne tenê hêzek leşkerî ye, heman demê de hêzek civakî û di Şoreşa Jinê de bûye nasnameya jinan, vîna jinê daye pêş û di civakê de guhertinên mezin çêkir” bên dayîn. 

Bi hemwextî meşa mezin a Ewropayê dê li Rojava jî meşek mezin bê lidarxistin.

JI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE NAME HATINE ŞANDIN

Platformê heta niha name ji saziyen Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û hikumeta demkî ya Şamê re şandine. Lê heta niha bersiva nameyên wan nehatine dayîn.

“YPJ MÎSOGERIYA MAFÊ JINAN E”

Emîna Osê da zanîn ku armanca wan ew e ku zextekê çêbikin ku hebûna YPJ’ê bidin pejirandin e û wiha axivî: “Kampanyaya me tevahî mafên jinan ên li Sûriyeya nû de digire nava xwe. Em dixwazin ev daxwaz di destûrê de bê nîvîsin. Ji ber hebûna jin di aliyê civakî û leşkerî de hevdû temam dikin. Ji ber YPJ’ê jin û civak parast. Divê weke hêzeke serbixwe cihê xwe bigire. Dê YPJ nehêle dîsa komkujî li ser jinê pêk bên, hêz dide jinê di aliyê din ê jiyanê de xwe bibînin û bibin xwedî vîn.”

Heta niha demek diyar ji kampanyayê re nehatiye diyarkirin û dê bidome.

(bî)

ANHA