Trump: Hevdîtinên bi Îranê re berdewam in, dema îmzekirina peymanekê ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (sêşem) diyar kir ku hevdîtinên di navbera DYAˊyê û Îranê de berdewam dikin û raporên rawestandina danûstandinên di navbera her du aliyan de yên çend roj berê "derew û şaş" bûn.

Trump: Hevdîtinên bi Îranê re berdewam in, dema îmzekirina peymanekê ye
2 hezîran, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Social nivîsand ku: "Raporên nûçeyên derewîn ên ku îdia dikin ku ragihandina di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de çend roj berê rawestiyaye, derew û şaş in."

Trump da zanîn ku: "Hevdîtinên di navbera me de berdewam dikin Kes nizane ev hevdîtin dê bi ku ve biçin, lê wekî ku min ji Îranê re got, dem hatiye, zû yan dereng, ku peymanek çêbibe. Ev rewş 47 sal e berdewam dike û ne pêkan e rê bê dayîn ku berdewam bike."

Ajansa nûçeyan a Tasnîm a Îranê bi bîr xistibû ku Tehranê piştî ku Îsraîlê ferman da hêzên xwe ku bêtir bikevin Lubnanê, danûstandinên nerasterast bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re rawestandiye.

(fr)