Danûstandin navbera Îran û DYA`ê cemidî ye û şer didome

Îran Bahreyn û Kuweyt bi mûşekan bombebaran kir û hat gotin ku li herêma Cizîra Qeşem a Îranê dengê teqînan hatiye.  

Danûstandin navbera Îran û DYA`ê cemidî ye û şer didome
3 hezîran, 2026   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja çarşemê li herêma Kendavê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê şer berdewam kir.

Fermandariya Navendî ya DYA`; li ser hesabê X raghand ku êrîşîn Îranê yên li ser Bahreyn, Kuweyt û hedefên dîtir ên li herêmê hatine astengkirin. Her wiha agahî dan ku wan 3 mûşekên Îranê yên avêtine Bahreyn asteng kirine û du mûşekên avêtine Kuweyt jî berî bighîjin Kuweyt ketine xwarê.

Ajansa Meher a nûçeyan diyar kir ku roja sêşemê li herêma Cizîra Qeşem a Îranê dengê teqînan hatiye.

(np)