ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2026
3 hezîran, 2026   02:00

- Qonaxa sêyemîn a guhertina materyalên dibistanan ên ku li gorî sîstema Rêveberiya Xweser perwerdeyê didin, bi dawî dibe. Materyalên nûkirî, wê di sala xwendin û fêrkirinê ya 2026-2027`an de li dibistanan bên belavkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiyên siyasî li hember tayînkirina endamên parlametoyê li parêzgeha Hesekê nerazîbûn nîşan da û mekanîzmaya belavkirina kursiyan wek "neheq û bêedalet" ji bo gelê Kurd û pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê bi nav kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Jinên ji Hesekê diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin şerekî nû yê hebûnê dikin û da zanîn ku ew piştgiriyê didin YPJ`ê, ji qadên şer bigire heya qada siyasî, da ku parastina destkeftiyên jinên Sûriyeyê û bicihkirina wan di destûrê de misoger bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl mijarên ku di hevdîtina li Şamê de hatine nîqaşkirin vegotin û da zanîn ku dê demên pêş de hevdîtineke din pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

- Mamoste û xwendekaran perwerdeya bi zimanê kurdî ya tenê 2 saetan red kir û xwest zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û mafê fêrbûna bi zimanê dayikê were mîsogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Xebat Mihemed li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê li Navenda HPCˊê sersaxiyê didin malbata şervanê QSDˊê şehîd Xebat Mihemed, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN