Trump: Em ê bi tundî bersivê bidin Îranê

Serokê DYA’yê Donald Trump daxuyand ku piştî êrîşên li ser baregehên DYA’yê yên li Urdunê, em ê bi tundî bersivê bidin Îranê.

Trump: Em ê bi tundî bersivê bidin Îranê
29 tîrmeh, 2026   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê DYA’yê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û got, "Em ê bi tundî li wan bidin, wê derbek giran bixwin."

Trump îdia kir ku êrîşên hewayî yên DYA û Erebistana Siûdî li dijî komên çekdar ên alîgirê Îranê yên li Iraqê bi hikûmeta Iraqê re koordîneyî hatine kirin.

Daxuyaniya Trump bi helwesta hikûmeta Bexdayê re nakok bû. Serokkomariya Iraqê bombebaranên li ser baregehên Heşdî Şeebî şermezar kir û êrîş wekî "nayê qebûlkirin” û "binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê" bi nav kir.

Di daxuyaniya Serokkomariya Iraqê de hat diyarkirin ku êrîş saziyên fermî yên welat hedef girtine û bal kişand ser binpêkirina serweriya neteweyî.