Endamên PYD‘ê: Pêdiviya pêvajoyê bi gavên cidî yên Tirkiyeyê heye

Endamên PYD‘ê got divê dewleta Tirk di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên cidî biavêje û destnîşan kir ku pêdivî bi naskirina mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd di destûrê de heye.

Endamên PYD‘ê: Pêdiviya pêvajoyê bi gavên cidî yên Tirkiyeyê heye
30 tîrmeh, 2026   06:40
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qanûna çarçoveyê ku dê li parlamentoya Tirkiyeyê were nîqaşkirin, her wiha gavên ku divê dewleta Tirk biavêje, ji ajansa me re axivîn.

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD‘ê Mihemed Eşref Elî bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav avêtin, niha ji dewleta Tirk tê xwestin ku ew jî gavan biavêje.

Têkildarî qanûna çarçoveyî ya ku dê li parlamentoya Tirkiyeyê were nîqaşkirin, Mihemed Eşref Elî anî ziman ku divê dewleta Tirk bi vê qanûnê gavên wêrek û bi hêz biavêje û got, rewşa siyasî ya cîhanî dê dewleta Tirk neçar bike ku van gavan biavêje.

Elî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku qanûn divê naskirina fermî ya gelê Kurd, doza wê, ziman û çanda wê, her wiha beşdariya wê di rêvebirina kar û barên dewletê de bigire nav xwe.

Elî her wiha îşaret pê kir ku heya ku dewleta Tirk mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bi cih neyne pêvajo nameşe. Mihemed Eşref Elî ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyê bi rêve dibe û berpirsyariya tevahî pêvajoyê hilgirtiye, lew ra bêyî wî çareserkirina pirsgirêka Kurd ne pêkan e."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD‘ê Îbrahîm Hisên da zanîn ku baweriya gelê Kurd bi dewleta Tirk nemaye, eger Kurd guhertinên rasteqîn nebîne, bi guhertinê bawer nake, ji bo vê jî divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje.

Hisên ezmûnên ku gelê Kurd tê re derbas bûne, ji Serhildana Şêx Seîd, heya Serhildana Dêrsimê û têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Kurdan hatine kirin, bi bîr xistin.

Hisên di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd mafên xwe wekî gelekî ku li ser erdê xwe dijî û jiyaneke hevbeş dixwaze.

Hisên got qanûnên ku werin derxistin divê nasname û zimanê kurdî nas bikin, her wiha komkujî û zilma ku bi salan li ser Kurdan hatine kirin werin naskirin, ev yek ji bo pêkanîna guhertinên rast pêwîst in.

Têkildarî qanûnên çarçoveyê ku dê parlamentoya Tirkiyeyê werin pêşkêşkirin jî Îbrahîm Hisên da zanîn ku projeya ku Rêber Abdullah Ocalan niha pêşkêş kiriye derfeta dawîn li pêşiya dewleta Tirk e ku guhertinan çêke.

Îbrahîm Hisên got: “Guhertinên ku li Rojhilata Navîn rû didin gefa parçekirina Tirkiyeyê çêdikin. Kurd êdî ne Kurdên berê ne, lê dost û hevalbendên wan çêbûne. Hinek alî wekî Îsraîl û Yewnanistên ku dijberiya Tirkiyeyê dikin, dikarin bibin hevalbendên Kurdan û destekê bidin wan da ku mafên xwe bi dest bixin.”

Hevserokê Meclisa PYD‘ê ya Hesekê Ferhan Dawûd jî got: “Gereke di vê hefteyê de gelek qanûn li parlamentoya Tirkiyeyê werin nîqaşkirin, lê heta vê kêliyê navaroka qanûnan ne diyar e. Eger qanûn werin erêkirin, dê gavên ber bi pêş ve bin.”

Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk ji ber xetereya rewşê li Rojhilata Navîn û zexta mezin a gelê Kurd ê li Tirkiyeyê êdî nikare wekî berê berdewam bike û got: "Tirkiye dizane ku eger gavên jê tên xwestin neavêje dê bi rewşa hundirîn rû bi rû bimîne. Tevî vê yekê jî heya niha nexuyaye ku Tirkiye amade ye guhertinên bingehîn, di nav de guhertina destûrê çêbike."

Hevserokê Meclisa PYD‘ê ya Hesekê Ferhan Dawûd destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê sînordar bike û bi vî rengî pê re mijûl bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgirêka Kurd di nav Tirkiyeyê tenê de sînordar nîn e, lê ew pirsgirêka gelekî ye ku li gelek welatên herêmê belav bûye û divê li ser vî esasê pê re mijûl bibin.”

(bb)

ANHA