Trump: DYA wê F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştrast kir ku beriya serdana qiralê Siûdî Mihemed Bin Selman a li Qesra Spî wê balafirên şer ên F-35 ên pêşketî bifiroşin Riyadê.

Trump: DYA wê F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî
18 mijdar, 2025   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê DYA'yê Donald Trump diyar kir ku qiralê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Salman wê îro serdana Qesra Spî bike û Washington wê balafirên şer ên F-35 bifiroşe Riyadê.

Îsraîlê ragihand ku ew hêvîdar in firotin bi tevlîbûna Erebistana Siûdî ya li nava Peymanên Îbrahîm be û rêveberiya Siûdî jî demeke dirêj e gaveke bi vî rengî bi şertê qebûlkirina rêvekirina li dewleta Fîlîstînê ve girê dide.

Tê payin ku Trump mijarê îro ji Bin Selman re ragihîne.