Ji çapemeniya erebî: Hevalbendên Tirkiyeyê diguherin

Li gorî hin dezgehên ragihandinê yên erebî li derdora Tirkiyeyê guhertineke bilez çêdibe û ev jî desthilatdariya wê bi pirsên zehmet re rû di rû dihêle.

Ji çapemeniya erebî: Hevalbendên Tirkiyeyê diguherin
18 mijdar, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî di rojevên xwe yên îro de behsa encamên hilbijartinên Iraqê û bandora wan a li ser pêşeroja welat. Guhertinên li Qefqasya û Rojhilata Navîn bandora wan li ser Tirikiyeyê jî rojeveke din a çapemeniyê ye.

Rojnameya "El Nehar" a Lubnanê bal kişand ser tiştê ku wekî "guhertinên tevlihev" di têkiliyên Tirkiyê bi hevalbendên xwe yên herî nêzîk de bi nav kir. Ew jî piştî ku Azerbaycanê mûşekên pêşketî yên "C-Breaker" ên Îsraîlê wergirtin. Vê gavê di nav Tirkiyê de fikarên berfireh derxistin holê, ku ew hêdî hêdî ji hêla Bakûyê ve ji hevkariya leşkerî ya bi Enqereyê re bi dûr dikewve, tevî hebûna pergalên mûşekan ên Tirkiyê yên hevrik ên wekî mûşekên "Atmaca".

Rojnameyê diyar kir ku tevlêbûna nişka ve ya Kazaxistanê li "Peymana Abrahamê" zextên li ser Tirkiyeyê zêde kirine, ji ber ku dewleta Tirk ew di Meclisa Dewletên Tirkiyeyê de hevalbendeke stratejîk didît.

Rojnameya "El Nehar" destnîşan kir ku ev rêzeguhertin Enqereyê radixe pêşiya pirsên zehmet ên teşeya hebûna wê ya herêmî û asta şiyana wê ya parastina hevsengiyên herêmî digel nêzbûna zêde di navbera hevalbendên wê û Îsraîlê de.

Li aliyekî din jî Kovara "El Mecele" ya Erebistana Siûdî behsa hilbijartinên dawîn ên Iraqê kir û destnîşan kir ku encamên dawîn temsîla gaveke din a di rêveçûna veguhastina demokratîk de dike ya ku ji 2005ˊan ve dest pê kiriye.

Kovarê diyar kir ku Iraq piştî ragihandina encamam derbasî qonaxeke siyasî ya nû bûye. Ji ber ku zehmetiya avakirina hikumetê hîna jî dijwariya herî berbiçav a ku hêzên siyasî pê re rû bi rû dimînin e, bi taybet ji ber ku piraniya ku Mihemed Şiya Sûdanî bi dest xistiye bêyî piştgiriya zêde ji blolkên din têrê nake ku hikumetê ava bike.

Kovarê destnîşan kir ku proseya hilbijartinên, ruxmî îtîraz û gilyan, pêk hat ku îsrara dewleta Iraqî ya di rêveçûna saziyane ya herî îstîqrar de diyar bike. Ew yek bi hewla derketina ji kaos, hegemoniya derve û gendeliya ku bi salane bar kiriye, ye.

El Mecele da zanîn ku Iraqî îro kêliyeke werçerx dijî û dikare xuyangên birêvebirineke herî kamil nexşe bike, lê bi şertê ku aliyên dît nakokiyên klasîk derbas bikin û li ser bernameyeke siyasî ku bikaribin li hember zehmetiyên aborî, ewlehî û civakî bisekinin li hev bikin.

Di navbera guhertinên li derdora Tirkiyeyê û çarenûsa siyasî ya Bexdayê de çapameniyan aşkera kir ku herêm dikeve qonaxeke veguhêz a pir hestiyar, ku tê de hebûna hêzên herêmê hevsengiyên nû çêdikin.

(fr)